Saraya Salam çekên giran radest dike û fermanên serokwezîr digire
Êraq 11:49 AM - 2026-06-04
Wah
Merasîma destbikarbûna Saraya El-Selam
Yekbûna
Hêzên Heşdî Şeibî ji bo Artêşa Îraqê îro, roja Pêncşemê, bi merasîma
radestkirina dosyaya Seraya El-Selam (Lîwayên Aştiyê) bo Fermandariya
Operasyonên Samarayê dest pê kir.
Lîwa Qeys El-Muhemedawî di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku hemû hêzên
ewlehiyê dê di bin fermandariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de bi artêş,
polîs û hêzên din yên ewlehiyê re werin yekkirin û çekên giran û navîn dê
radestî Fermandariya Giştî werin kirin.
Her wiha El-Muhemedawî aşkere kir ku hemû hêzên Heşdî Şeibî dê rasterast ji
bo pêkanîna erkên xwe dê girêdayî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bin û destnîşan
kir ku van hêzan di şerê li dijî terorê û parastina ewlehî û aramiyê de roleke
girîng lîstine.
Her weha destnîşan kir ku hêzên Seraya El-Selam li Samarayê sê lîwayên wan hene
û di parastina welatiyan û şerê li dijî terorê de roleke mezin lîstine,li ser
bingeha biryara Seyîd Muqtede El-Sedir, van hêzan biryar dan ku tevlî refên
hêzên ewlehiyê bibin û em hêvî dikin ku hêzên din jî mînaka hêzên Seraya
El-Selam bişopînin.
El-Muhemedawî askere kir ku komîteyek hevbeş ji bo qutkirina peywendiyên bi
Hêzên Heşdî Şeibî re û yekkirina çekan di bin kontrola dewletê de hatiye
damezrandin û tekez kir ku pêngava yekem ji nû ve yekkirina hêzan e, piştî ku
operasyonên wan dê werin organîzekirin û ev hêz dê rasterast bi Fermandarê
Giştî yê Hêzên Çekdar ve girêdayî bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

