Nizar Amêdî: Hêz û rûmeta dewletê di saziyên destûrî û yasayî de ye
Îraq 06:00 PM - 2026-06-02Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî
Serokomarê Îraqê
Nizar Amêdî peyamek weşandiye û ragihandiye: Em pêşwaziyê li helwest û gavên ku
di Civîna Çarçoveya Hemahengiyê de ji bo çespandina dewletê û xurtkirina
serweriya wê hatine avêtin dikin, her wiha em pêşwazî û piştgîriya destpêşxeriya
Emîndarê Giştî yê Tevgera Asaîb Ehlî Heq (Şêx Qeys Xezelî) dikin.
Naveroka Peyamê:
Em pêşwazî û
piştevaniya helwest û gavên ku di civîna çarçoveya hemahengiyê de ji bo
xurtkirina hêza dewletê û bihêzkirina serweriya wê hatine avêtin dikin, her
wiha em destpêşxeriya Birêz Şêx Qeys Xezelî, Emîndarê Giştî yê Tevgera Asaîb Ehlî
Heq, pêşwazî dikin û piştgirî dikin, ku qutkirina têkiliyên tevgerê bi
pêkhateyên desteya Heşdî Şeebî û tekez kirina li ser prensîba ku çek tenê di
destê dewletê de bin, dihewîne, bi awayekî lihevhatî bi bendên destûr û yasayê
re û ewlehî û aramiya welêt bihêz dike.
Em dubare
dikin ku hêz û rûmeta dewletê dê di saziyên wê yên destûrî û yasayî de be, û
her gavên ku beşdarî piştgiriya van tedbîran, nûnertiya xurtkirina avakirina
dewletê û serweriya yasayê dike, û dê baweriya welatiyan bi saziyên wan xurt
bike, eve jî li gorî bendên destûr û yasayan derbasdar û rênimayên lêvegera
bilind a olî ye.
Nizar Amedî
Serokomar
Sêşem, 2ê
Hezîranê 2026
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

