Serokomar: YNKê xwedî dîrokek tejî qurbanîdane
Îraq 09:20 PM - 2026-06-01
ragihandina Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî
Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî
Serokomarê Îraqê
Nizar Amêdî bi boneya 51emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê serdana baregeha Mekteba
Siyasî ya YNKê li Bexdayê kir û ji aliyê wezîrê dadê yê Îraqê û berpirsê
Mekteba Siyasî ya YNKê li Bexdadê Xalid Şiwanî û hêjmarek berpirsên din ve hate
pêşwazî kirin.
Di gotarekê
de ku îro Duşemê 1-6-2026an de pêşkêş kir, Serokomar pîrozbahiya salvegera
damezrandina YNKê li serkirde û endamên YNKê kir, di serî de jî Serokê YNKê Bafil
Celal Talebanî, Her wiha pesnê dîroka YNKê da, ku tê de fedakarî û helwesta nîştimanperwerî
a endamên wê di parastina mafên gel û beşdarbûna di avakirina dewletek federal
a demokratîk û dijberiya dîktatorî û zilmê de hene.
Serokomar tekez jî kir
ku YNK di xurtkirina prensîbên hevkariya neteweyî û xurtkirina pêvajoya
demokratîk li welêt de stûnek girîng bûye û wê her weha jî bimîne.
Serokomar
behsa qurbaniyên şehîdan û azadîxwazan kir ku ji bo azadî û rûmetê canê xwe
dane.
Amaje bi
wê yekê jîkir ku Yekîtiya Niştîmanî ya
Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî û bi piştgiriya serkirde, endam û
alîgirên xwe, di avakirina Herêma Kurdistanê, xurtkirina demokrasiyê û federaliyê
û xizmetkirina îradeya hemû Îraqiyan ber bi paşerojek aramtir û geştir de
roleke çalak dilîze.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

