Berdevkê YNKê: Deriyê me ji bo giftûgoya pêkanîna hikûmetê re vekiriye
Kurdistan 06:17 PM - 2026-06-01
PUKMEDIA
Berdevkê YNKê Karwan Gezneyî
Berdevkê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Karwan Gezneyî,
radighîne ku deriyê diyalogê ji bo avakirina hikûmeteke aktîv û xizmetguzar û
hevbeş vekiriye û dupat jî kiriye ku li ser rêbaza serok Mam Celal bin û di asta
xwîna şehîdan û daxwaziyên welatiyan dibîn.
Derbarê kombûna digel Partiya Demokrat a Kurdistanê jî
berdevkê YNKê aşkere kir û got: Di demên berê de hewl hatine dayîn ku di
navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê de
civînek were lidarxistin. Em hêvî dikin ku hewldan di pêşerojek nêzîk de bighên
encamê û civîn destpê bikin daku bikarîn hikûmeteke xizmetguzar li Herêmê
pêkbînin.
Got jî: Em du hizbên siyasî yên cuda ne, xwediyê nêrîn û
mekanîzmayên cuda ne ji bo birêvebirina hukimraniyê li Herêma Kurdistanê, her
çend nakokiyên me hebin jî, ji ber ku em du hizbên cuda ne, lê gelek xalên me
yên hevpar jî hene ku em dikarin nakokiyên xwe bidin aliyekî ji bo welatê xwe.
Karwan Gezneyî ragihand jî: Bi navê YNKê, em ji bo diyalogê
bi hemû hêz û hizbên siyasî yên Herêma Kurdistanê re vekirî ne ji bo
çareserkirina pirsgirêkên mayî û avakirina hikûmetekê bi tevahiya aliyên siyasî
re, bi taybetî jî bi xwişk û birayên me yên li Partiya Demokrat a Kurdistanê re,
da ku em karibin hikûmeteke aktîv, xizmetguzar û dadperwer pêkbînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

