Serokkomar: YNK hêzek neteweyî ya pêşeng e û bi bandor mafên gel parastiye
Îraq 09:43 PM - 2026-05-31
Ragihandina Serokkomar
Serokkomarê Îraqê
Serokê Komar Nîzar Amêdî, salvegera 51emîn a damezrandina
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), pîroz kir. Wî tekez kir ku YNK hêzek
siyasî ya neteweyî ya pêşeng e ku bi bandor beşdarî parastina mafên gel û
pêşvebirina nirxên azadî, demokrasî û edaletê bûye. Wî her wiha rola dîrokî ya
Serok Mam Celal di avakirina bingehên Îraqek demokratîk, piralî û federal de bi
bîr xist.
Herweha serokkomar pîrozbahiyên xwe yên germ û silavên herî
baş pêşkêşî Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û serkirdayetiya partiyê, endam û
alîgirên wê kir. Û got dîroka dewlemend a têkoşînê ya ku ji damezrandina wê ve
di bin serokatiya rêberê neteweyî yê mezin, Serok Celal Talebanî yê rehmetî de
daye, bi bîr tînim.
Zêdetirî pênc dehsalan e, YNK hêzek siyasî ya neteweyî ya
pêşeng e ku bi bandor beşdarî parastina mafên gel û pêşvebirina nirxên azadî,
demokrasî û edaletê bûye. Navê wî bi kêliyên girîng ên dîroka Îraqa nûjen ve jî
girêdayî ye.
Amaje bi wê yekê jî kir ku bi vê boneyê, em rola dîrokî ya
Serokkomarê rihmetî Mam Celal Talebanî bi bîr tînin, ku jiyana xwe ji bo
xizmetkirina armancên gel û neteweya xwe terxan kiribû. Bi aqilmendî û nêrîna
wî ya siyasî Îraqek demokratîk, piralî û federal ava bû û çanda diyelogê û
lihevkirinê di navbera pêkhateyên cuda de xurt kir.
Dema ku em vê boneya hêja bi gelê xwe re parve dikin, em
baweriya xwe bi rola neteweyî ya (YNK) di piştgiriya pêvajoya demokratîk û
xurtkirina hevkariya neteweyî de, bi awayekî ku xizmeta hêviyên hemî Îraqiyan
ji bo pêşerojek ewletir, aramtir û geştir bike, diyar dikin.
Silav û rêz ji bo şehîdên YNKê û malbatên wan, yên ku ji bo
prensîbên neteweyî û mirovî yên ku baweriya wan pê dihat, canê xwe feda kirin û
bi qurbanîdana mezin beşdarî têkoşîna azadî, demokrasî û mafên gelê xwe bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

