Ji kampên Sûriyê bi hezaran DAIŞ‘î reviyane

Cîhan 03:16 PM - 2026-05-30
Malbatên DAIşÎ INDEPENDENT

Malbatên DAIşÎ

Cîhanî

Li gorî raportek Amerîkî bi deh hezaran terorîstên DAIŞ‘ê û malbatên wan ji kamp û girtîgehên Bakur û Rojhialtê Sûriyê reviyane û derbarê vê yekê de jî hişyarî da.

Di raportekê de ku ji aliyê Inspektorê Giştî yê Operasyona Inherent Resolve ya Amerîka ve hatiye weşandin, metirsiyên ewlehiyê yên piştî reva bi hezaran çeteyên DAIŞ û malbatên wan ji kamp û girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine vegotin.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku navbera 15 hezar û 20 hezar kesên ku gumana peywendiyên wan bi DAIŞ‘ê re hene, piştî hilweşîna sîstema ragirtinê ya destpêka îsal ya ji ber êrişên komên hikumeta demkî winda bûne yan reviyane.

Di raportê de hatiye:Piştî revandina komî ya jin û zarokên biyanî, hejmara kesan li kampa Holê ji nêzî 23 hezar û 400 kesî daket kêmtirî hezar û 500 kesî,her weha derdora hezar û 500 kesî ji girtîgeha Şedadê jî reviyane. Hişyarî hate kirin ku şaneyên DAIŞ‘ê sûdê careke din xwe xwe bi rêxistin û fireh bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket