Şêwirmendê Serokwezîr: Budceya 2026an dê budceya herî aloz a Îraqê be

Îraq 11:46 AM - 2026-05-30
Perê Îraqê PUKMEDIA

Perê Îraqê

Êraq Aborî

Şêwirmendê aborî yê serokwezîrê Îraqê Mezher Mihemed Salih ragihand: Budceya 2026an dê yek ji budceyên herî hestyar û aloz ên darayî di dîroka Îraqê be, ji ber peywendiya di navbera aboriya Îraqê û bazarên petrolê yên cîhanê de.

Mezher Mihemed Salih got: Ji ber ew rewşa li Tengava Hormizê heyî, ku ew gewrî wek şadamarê guhastina petrola cîhanê ye,  Îraq li pêşiyahevrikiyeke aborî ya mezin deye, ji aliyekî ve çawa yasaya budceya 2026an were pejirandin û ji aliyê din ve jî aramiya darayî ya welêt were parastin.

Diyar jî kiriye: Tevî pevçûnên li Rojhilata Navîn û gefên rasterast û nerasterast ên li ser tevgerên deryayî û enerjiyê li Tengava Hormizê, derfetek destûrî û siyasî heye ku budceya 2026an were nivîsandin.

Mezher Mihemed Salih ew  yekjîaşkere kir û got: Îraq hîna jî bi tevahî bi dahata petrolê ve girêdayî ye ji bo dabînkirina mûçeyan, xanenişînan, xizmetguzariya civakî, xerc û projeyan, ji ber vê yekê her astengiyek di hinardekirina petrolê de bi rêya Kendavê dê fişarê li ser aramiya darayî û nextîneya dewletê bike.

Mezher Mihemed Salih behsa wê yek jî kiriye ku; Bihayên petrolê pir caran ji ber krîzên jeopolîtîk bilind dibin, ku dibe ku ji bo Îraqê bi sûd be da ku kêmasiya budçeyê kêm bike û derfetek peyda bike ku budçeya 2026-an derbas bike, nemaze heke rêveberiya darayî di rêvebirina dahata petrolê û dîtina alternatîfên ji bo hinardekirinê de serketî be.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket