Erkê Tom Barak li Sûriyê bi dawî dibe

Cîhan 09:49 AM - 2026-05-30
Tom Barak Cumhuriyet

Tom Barak

Amerîka Sûriyê

Erkê nûnerê taybet yê Amerîka bo Sûriyê Tom Barak li Sûriyê bi dawî dibe û Wezîra Derve ya Amerîkayê dibêje: Balyoz Tom Barak roleke mezin lîstiye.

Îro Şeme 30/5/2026 Wezîrê Dervey ê Amerîka Marco Rubio li ser tora civakî Xê ragihand: Balyoz Tom Barack wekî nûnerê me yê taybet ê li Sûriyê roleke bêhempa lîstiye, di demekê de ew erkê wî bi dawî dibe.

Amaje bi wê yekê jî kiriye û gotiye: Ewê wek kesê yekem yê rêveberiya Trump li Sûriye û Îraqê berdewam be di erkên xwe de, ku ezmûn, têkilî û têgihîştina wî ya ajendaya Amerîkayê dê berdewam bike ku li ser navê welatê me yê mezin destkeftiyan bi dest bixe.

Wezîrê Dervey ê Amerîka aşkira jî kir û got; Erkê Tom Barak wekî nûnerê taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyê di dawiya meha Gulanê 2026an de bi dawî tê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket