Mihemed Baqir Qalîbaf peyamek weşand

Cîhan 08:05 PM - 2026-05-29
Mihemed Baqir Qalîbaf, serokê parlamenê û serokê tîma danûstandinkara Îranê PUKMEDIA

Mihemed Baqir Qalîbaf, serokê parlamenê û serokê tîma danûstandinkara Îranê

Îran

Serokê parlamenê û serokê tîma danûstandinkara Îranê ragihand: Baweriya me bi soz û garantiyan nîne, tenê reftar pîvan in, loma beriya gava aliyê beramber em ti gaveke pêşwext navêjin.

Îro Înî 29/5/2026, Mihemed Baqir Qalîbaf, serokê parlamenê û serokê tîma danûstandinkara Îranê li ser tora civakî ya X peyamek belav kir û ragihand: Em destkeftiyên xwe ne bi rêya danûstandinan, belku bi rêya moşekan bi dest dixin, lê di danûstandinan de em wan zelal dikin

Her wiha amaje bi we jî kir: "Baweriya me bi soz û garantiyan nîne, tenê reftar pîvan in, loma beriya gava aliyê beramber em ti gaveke pêşwext navêjin.
Ew yek jî xiste rû: "Serketiyê her rêkeftinekê ew kes e ku xwe çêtir ji bo şer û paşerojê amade dike.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket