Hevdîtina Şêwirdariyê Banga Helwesteke Yekgirtî Ya Kurdan dikin

Kurdistan 03:57 PM - 2026-05-26
Konferansa Yekrêziyê li Rojavayê Kurdistanê ANHA

Konferansa Yekrêziyê li Rojavayê Kurdistanê

Rojavayê Kurdistanê

Li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên derbarê encamên hilbijartinên Parlemantoya Sûriyê (Meclisa Gel) li parêzgeha Heseke û navçeya Kobaniyê zêde dibin, û Partiyên Hevdîtina Şêwirdariyê dibêjin ku; beşdarbûna hin hêzên siyasî di vê pêvajoyê de, dabeşbûnê di nava civaka Kurd de çêdike.

Di daxuyaniyekê de, Partiyên Hevdîtina Şêwirdariyê ku ji 7 partiyên Kurdan pêk tê, hat gotin: Hilbijartinên bi navê Meclisa Gel, ku vê dawiyê li parêzgeha Heseke û herêma Kobanê, û berê li Efrîn pêk hatin, dûrî hemû pîvanên demokratîk in.

Her weha  dabeşkirina kursiyan bi tevahî rêjeya nifûsa Kurd li Sûriyeyê û pêkhateya demografîk a parêzgeha Hesekê paşguh kir, ji ber ku ew bi awayekî bijartî hat kirin.

Daxuyaniyê wiha domand: Beşdarbûna hin hêzên siyasî yên Rojava di vê pêvajoyê de şikestin û dabeşbûna di nav civaka Kurd de zêde kiriye.

Di daxuyaniyê hat gotin: Destnîşankirina kesekî ji gundên Mexmûriyan wek nûnerê Serêkaniyê, şêweyekî rikberî û bêrêziya li hember îradeya gelê Kurd û şêniyên herêmê ye, ji ber ku ev kes ne şêniyê resen ê bajêre.

Partiyên Hevdîtina Şêwirdariyê di daxuyaniya xwe de banga xurtkirina diyaloga Kurdî û avakirina helwestek siyasî ya yekgirtî kir, dûrî destwerdana derve û hesabên teng ên partiyan.

Partiyên daxuyanî daye ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El Partî)
Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
Tevgera Azadiya Kurdistanê li Sûriyeyê
Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket