Mihemed Baqir bi piraniya dengan wek serokê parlamena Îranê hat hilbijartin
Cîhan 12:19 PM - 2026-05-25
arabic.euronews
Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Parlamena Îranê
Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Parlamena Îranê bi dengê piraniya parlamenteran,
ji bo sala sêyem a li pey hev wek serokê Parlamena Îranê hate hilbijartin.
Ajansa Nûçeyan a Farsê belav kir ku sibêha îro Duşemê 25ê
Gulana 2026an hilbijartina desteya serokatiya Civata Şûraya Îslamî ya Îranê
(parlamen) birêve çû. Di vê hilbijartinê de Mihemed Baqir Qalîbaf ji bo sala
sêyem a li pey hev wek serokê xula 12an a parlamenê hate diyarkirin.
Li gorî Ajansa Farsê, her sal di roja heftem a mehê Xurdad a
Tavî de, salvegera damezirandina Parlamena Îranê ye û bi vê boneyê hilbijartin
ji bo serokatî û komîteyên pispor ên parlamenê birêve diçe. Desteya serokatiyê
ji 11 endaman û serokek, du cîgir, sê çavdêr û şeş sekreteran pêk tê.
Her wiha Parlamena Îranê 13 komîteyên taybetmendî hene. Her
yek ji van lijneyan şeş endamanli xwe digre, yek serokatiya komîteyê dike û du
yên din dibin cîgirên serokê komîteyê, her wiha berdevkek û du sekreterên wê
dibin.
Endamên serokatiya Parlamena Îranê bi dengdana rasterast a
hemû parlamenteran tên hilbijartin, lê serokatiya komîteyên taybet ên parlamenê
ji aliyê endamên navxweyî yên lijneyan bixwe ve ji bo dema salekê tê
hilbijartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

