Zêdetirî 10 Hezar Welatiyên Kurd Daxwaza Nasnameyê Dikin

Kurdistan 12:25 PM - 2026-05-23
Welatiyên Kurd Daxwaza Nasnameyê Dikin ANHA

Welatiyên Kurd Daxwaza Nasnameyê Dikin

Rojavayê Kurdistanê Sûriyê

Wezareta Navxwe ya Sûriyê aşkere dike, ku heta niha 2 hezar û 892 malbatên kurd daxwazname pêşkêşî komîteyên pêdana regeznameyê kirine ku dike 10 hezar û 516 welatî daku nasnameyê werbigrin.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Navxwe ya Sûriyê: Li Parêzgeha Hesekê zêdetirîn serlêdan hebûye ku gihêştiye 2 hezar û 772 daxwazname, piştî wê jî parêzgeha Helebê tê ku 75 daxwaznameye, piştre jî Şam tê ku 32 daxwazname ne û daxwaznameyên din jî li parêzgeha Reqa û Dêrazorê pêşkêşî komîteya pêdana regezameyê hatiye kirin.

Ev pêngava Wezareta Navxwe di çarçoveya mersûma komarî ya hêjmare 13ê ya sala 2026`an, ku taybet bû bi pêdana mafên netewî û çandî bi gelê Kurd û di serî de jî pêdana nasnameyan bi welatiyên kurd ên bê nasname.

Eve jî di demekê de ye ku Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şeri roja 16/1/2026`an, mersûma komarî jimare 13 derxist ku çar xalan li xwe digre.

Giringtirîn xalên mersûma komarî evin:

-Zimanê Kurdî zimanekî nîştimanî ye

-Cejna Newrozê dibe bêhnvedana fermi

-Nasnameya Sûrî bi kurdên bê nasname yên rûniştiyên Sûriyê tê dayîn

-Welatiyên kurd yên Sûrî beşekî bingehîn û resen yên gelê Sûriyê ne

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket