Reuters: Qeter şandeke danûstandinan dişîne Tehranê

Cîhan 09:22 PM - 2026-05-22
Balafireke Qeterî Reuters

Balafireke Qeterî

Amerîka Îsraîl Îran

Ajansa nûçeyan a Reuters ragihand: Tîmeke danûstandinan a Qeterê îro roja Înê gihîşt Tehranê da ku ji bo bidawîkirina şerê di navbera Îran û Amerîkayê de û rêkeftinê hin hêsankariyan bikin.

Aşkere jî kiriye ku: Qeterê şandek şandiye Tehranê da ku alîkariya pêşvebirina danûstandinan bike û rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de sivik bike.

Qeter di salên dawî de di gelek krîzên herêmî û navneteweyî de, di nav de şerê Xezayê, rolek navbeynkariyê lîstiye, lê piştî ku Îranê êrîşên bi mûşek û dronan li ser welatên Kendavê kir, Doha bi piranî ji beşdarbûna rasterast di şer de dûr ketiye.

Jêderê Reutersê amaje bi wê yekê jîkiriye û gotiye: Çûna tîma Qeterê bo Tehranê dikare nîşanek ji zêdebûna hewldanên dîplomatîk be ji bo gihîştina rêkeftinekê û pêşîgirtina li zêdebûna hevrikiyan li deverê ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket