Êrîşî zanîngehekê hat kirin û Rûsya daxwaza civîneke awarte dike

Cîhan 08:06 PM - 2026-05-22
Zanîngeha Shevchenko ya kavilbuyî medya

Zanîngeha Shevchenko ya kavilbuyî

Rûsiya Ukrayn

Piştî ku hêzên Ukraynayê êrîşî Zanîngeha Shevchenko li Starobelsk, herêma Luhansk kirin, Rûsyayê daxwaza civîneke awarte ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Medyeya Rûsyayê ragihand: Herî kêm 35 kes di wê êrîşê de bûne qurbanî û tê payîn ku 18 kesên din di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de mabin.

Di heman demê de, îro 22/5/2026 civîna Konseya Ewlehiyê birêveçû, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ferman da Wezareta Parastinê ku planeke bersivdayînê ji bo êrîşê amade bike, ku wî ew wekî "terorîstî" bi nav kir û got jî di êrîşê herî kêm şeş kes hatine kuştin û zarok jî birîndar bûne, ji aliyê xweve Ukrayna dibêje ku zanîngeh bi rastî veguheriye baregeheke hêzên Rûsyayê.

Hêjayî gotinê ye ku vîdyoyên ku ji hêla Rûsyayê ve hatine weşandin wêrankirina avahiyê û rakirina bermahiyên avahiyakavilbuyî nîşan didin, lê zarokên rizgarbûyî an malbatên wan, an jî kelûpelên dibistanê têde xuya nakin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket