Pakistan hewlên kêmkirina rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de zêde kirine
Cîhan 01:15 PM - 2026-05-22
Reuters
Wezîrê Navxwe yê Pakistanê li Îranê
Pakistan ji bo kêmkirina rageşiya di navbera Amerîka û Îranê
de livên dîplomatîk zêde kirine daku agirbesta li herêmê heye biparêze ta pêşî li pêketina
şerekî nû bigire ku dibe encamên wê sînorên
Rojhilata Navîn derbasbike.
Navbeynkariya Îslamabadê û kêmkirina pevçûnanÇavkaniyên agahdar ên Îranî aşkere kirine ku pêşniyara dawî ya Amerîkî, ku bi rêya Pakistanê ji Tehranê re hatiye şandin, hin xalên nakokiyê yên di navbera her du aliyan de sivik kiriye. Lê di heman demê de, çavkaniyên Îranî bawer dikin ku ji bo çareserkirina vê valahiyê hîn jî pêwîst e ku Washington ji vebijarka leşkerî û şer gurtir bike vekişe.
Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê di nav kêmtirî hefteyekê de cara duyemîn serdana Tehranê kir û bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pazîşkiyan, Wezîrê Karên Derve û çend berpirsên payebilind ên ewlehî û leşkerî re civiya, çavkaniyên dîplomatîk dibêjin ku navbirî peyamek wî ya biryardar hebû da ku pêşî li hilweşîna agirbestê bigire.
Astengiyên li Pêşiya Agirbestê didominTevî berdewamiya guherîna peyaman, dosyeyên wekî: Dewlemendkirina uranyûma Îranê, radestkirina wê ji Amerîkayê re û kontrola Tengava Hurmizê ji aliyê Tehranê ve hîna di nav xalên bê çareserî de dimînin.
Di vê navberê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku; Washington dê di dawiyê de uranyûma dewlemendkirî ya Îranê desteser bike, her çend Tehran red dike ku wê radest bike.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio tekez kir ku sepandina her cure bacê li Tengava Hurmizê neqanûnî ye û dê rê li ber her rêkeftineke dîplomatîk bigire.
Rubio pêşketinên li ser hin aliyên danûstandinên ji bo bidawîkirina şer destnîşan kir, lê hişyarî da ku mirov nikare hîn pir geşbîn be.
Ji aliyekî din ve, çavkaniyên Îranî ragihandin ku rêberê welatêwan ferman daye bi hêştina uranyûma dewlemendkirî di hundirê Îranê de.
Hişyariyên Trump û Bertekên Îranê
Li ser asta daxuyaniyan, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku danûstandinên bi Îranê re gihîştine "qonaxa dawî", lê hişyarî da ku heke di çarçoveyek demê ya diyarkirî de peymanek neyê kirin, dê êrîşên leşkerî ji nû ve dest pê bikin.
Ji aliyê xwe ve, Îranê hişyarî daye ku ew ê li hember her êrîşek li ser welatê xwe bisekine, di wê derbarê de jî Ebas Îraqçî ragihand: Jibodestpêkirina şer ema made ne û di heman demê de em ji bo aştiyê jî amade ne.
Di heman demê de Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Emîr Hatemî got: Artêş bi tevahî amade ye ji bo her bersivek biryardar û poşmanî ya ku Komara Îslamî ya Îranê heq dike li hember her gef, êrîş an kiryarek "serpêhatî" ya li dijî welatê wan.
Dengdan ji bo sînordarkirina desthilatên serokê Amerîka hate paşxistinÎro 22/5/2026`an, Encumena Nûneran a Amerîka dengdana li ser pêşnûme yasayeke taybet ku desthilatên serok ji bo biryardana şer hilweşand, sedema wê jî, ji ber nakokiyên navxweyî yên Partiya Komarî bû.
Li gorî nûçeyeke (Fox News)ê, rêveberên Partiyên Komarî di Encumena Nûneran a Amerîka de biryar dane ku dengdana li ser pêşnûme yasaya desthilatên şer hilweşîne.
Li gorî agahiyên jêderan, sedema paşxistina dengdanê ji ber metirsiya parçebûna endamên Partiya Komarî li Encumena Nûneran bû, eve jî di demekê de ye ku sê endamên komariyan piştgîriya xwe ji bo wê pêşnûme yasayê nîşan dabûn û dengê xwe dabûn Demokratan.
Pêşnûme yasaya sînordarkirina desthilatên serok ku ji hêla Demokratan ve hatiye amadekirin, tê de dixwazin desthilata serok ji bo pêxistina şer jê werbigrin û bi şêwirmendiya digel Kongireya Amerîkayê û dezgehên dinê biryara şer bide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

