Foruma Parastinê ya Atîna bi beşdariya Kurdistanî dest pê kir

Kurdistan 02:56 PM - 2026-05-20
Korbenda Parastinê ya Atîna ya paytexta Yunanê PUKMEDIA

Korbenda Parastinê ya Atîna ya paytexta Yunanê

Silêmanî

Korbenda Parastinê ya Atîna ya du rojî li paytexta Yunanê dest pê kir, hevdem Korbenda Stratejîk ya Silêmaniyê jî hevbeşê Korbendê ye û biryar e ku Korbenda Parastinê di Mijdara îsal de li Silêmaniyê, bi serokatiya Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, were lidarxistin ku Korbend dê ji aliyê Korbenda Stratejîk ya Silêmaniyê ve were birêve birin.

Korbenda Parastinê ya Atîna îro 20 û 21ê Gulan ya sala 2026an li Atîna, paytexta Yunanê tê lidarxistin û çend kesayetên ewlehî û siyasî ji Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê têde beşdar dibin.

Korbend ji bo beşdarên ewlehî û parastinê dibe platformek daku beşdarî gotûbêjên cidî li ser pirsgirêkên cîhanî bibin, û Korbenda îsal dê li ser guherîna erdnîgariya siyasî, guherîna teknolojîk û karakterên pêşerojê yên pevçûnan bisekine.

Korbenda Parastinê ya Atîna ji aliyê hejmarek hevkarên stratejîk ve tê piştgirî kirin, di nav wan de saziyên fermî yên hikûmetê, pîşesazî û kesayetên siyasî yên ji çar aliyên cîhanê hene, ev yek jî girîngiya korbendê hîna zêdetir dike.

Di roja yekem ya korbendê de 52 kesayetiyên navneteweyî, di roja duyem de jî 60 kesayetî û beşdarên peywendîdar beşdar dibin.

Biryare jî Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di Mijdara îsal de li Silêmaniyê korbendekê li dar bixe ku korbend dê ji aliyê Korbenda Stratejîk ya Silêmaniyê ve were sazkirin û heman mijarên ku di Korbenda Atîna de hatine gotûbêjkirin, dê di Korbenda Silêmaniyê de zêdetir dê werin gotûbêj kirin.

Korbenda Parastinê ya Atîna, ku di bin çavdêriya Wezareta Parastina Neteweyî ya Yunanê de tê lidarxistin ku platformek serbixwe û asta bilind e ji bo gotûbêjên stratejîk yên li ser parastinê, zêdebûna şer û pêşîgirtina li zêdebûna şer.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket