Trump êrîşan paşde dixe û Îran daxwaza qerebûkirinê dike

Cîhan 11:08 AM - 2026-05-20
Donald Trump serokê Amerîkayê Koşka Spî

Donald Trump serokê Amerîkayê

Amerîka

Serrokê Amerîkayê, di çarçoveya çalakiya salane ya "Geşta Kongreyê" de li Koşka Spî, di gotarekê de ragihand: Waşînton dê di zûtirîn dem de şerê bi Îranê re bi dawî bike û tekez jî kir ku bi çend mercan dê rê nedin Tehran bibe xwediyê çekên atomî.

Demeke sîndorkirî û amadekarî ji bo êrîşeke berfireh
Ev rewş di demekê de ye piştî ku şer kete warê cîbicîkirina agirbestê di 8ê Nîsanê de ــ piştî nêzîkî 40 rojî ji wan êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribûn ــ peywendî ji bo gihîştina bi rêkeftinekê berdewam in, lê belê helwestên Waşînton û Tehranê bi taybetî li ser dosya atomî hîn jî pir ji hev dûr in.
Berî gotarê jî, Trump hişyarî dabû ku Amerîka dê êrîşeke nû bibe ser Îranê, ev jî piştî ku eşkere kir ku wî êrîşeke berfireh rawestandiye da ku derfetê bide gihîştina bi rêkeftinekê di navbera her du welatan de. Trump bal kişand ser vê yekê jî: Hûn dizanin danûstandin ligel dewletekê çawa ye dema ku te bi tundî ew şikandibê, ew tên ser maseya danûstandinê û lava dikin ji bo îmzakirina rêkeftinekê. Hêvîdar im em neçar nebin ku careke din bikevin nav şer, lê dibe ku em neçar bin derbeke mezin a nû li wan bixin, hîn ez ne pitrastm.

Hevdem, Trump ragihand ku wî êrîşa nû ya ser Îranê di xulekên dawî de û li ser daxwaza serkirdeyên Sûdiyê, Îmarat û Qeterê paşxistiye. Her wiha dupat kir ku "derfeteke pir baş" ji bo gihîştina bi rêkeftinekê ligel Tehranê heye, lê ronî kir ku wî rênima daye artêşa Amerîkayê ji bo "amadekarî bi mebesta destpêkirina êrîşeke tam û berfireh bo ser Îranê di her kêliyê de" heger rêkeftin pêkneyê.

Mercên Amerîkayê û daxwazên Tehranê
Ji aliyekî din ve, ajansa nûçeyan a Îranî "Fars" belav kir ku Waşînton pênc xal pêşkêş kirine, ku tê de daxwaz dike Îran tenê saziyeke nuklerî bihêle û kogeha xwe ya yuraniyomê dewlemendkirî bibe Amerîkayê. Her wiha Waşîntonê red kiriye ku darayiyên blokekirî yên Îranê yên li derve tenê bi rêjeya 25% azad bike, an jî tu qerebûya zirarên Îranê yên di dema şer de bide. Lê Îran li ser daxwazên xwe bi biryare, ji wan: azadkirina darayiyên blokekirî, rakirina cezayan û dana qerebûya şer.
Hevdem ajansa nûçeyan a Îranî "Tesnîm" ji zarê çavkaniyeke nêzîkî şandeya danûstandinên Îranê belav kir ku berevajî deqên berê, Amerîkayê di deqeke nû de razîbûna xwe nîşan daye li ser rawestandina cezayên li ser nefta Îranê di dema danûstandinan de.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket