Trump:Min êrîşa li ser Îranê ji bo demek kurt paşxist
Kurdistan 11:26 AM - 2026-05-19
Reuters
Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê
Amerîka Donald Trump ragihand ku wî êrîşa li ser Îranê paşxist daku şansek bide
dîplomasiyê, û tekez kir ku artêşa Amerîka di hişyariyê de dimîne eger
danûstandinên Etomî yên berdewam bi ser nekevin.
Trump: Danûstandinên bi Îranê re pêşketineke gelekî erênî ye
Serokê
Amerîka Donald Trump got:Danûstandinên bi Îranê re pêşketineke gelekî erênî ye
piştî ku wî biryar da ku êrîşa leşkerî ya pîlankirî ya li dijî rêveberiya Tehranê
paş bixe daku cîh ji bo hewldanên dîplomatîk veke.
Di çalakiyekê de li Koşka Spî, Trump dazanîn ku serkirdeyên
Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Erebistana Siûdî û Qeterê jêre gotine ku şansê
gihîştina rêkeftinekê bi Îranê re nêzîk e, û hêviya xwe anî ziman ku êrîş heta
hetayê were paşxistin.
Serokê
Amerîka tekez kir ku welatê wî dê razî bibe eger rêkeftinek were kirin ku rê li
ber Îranê bigire ku çeka etomî bi dest bixe, di heman demê de destnîşan kir ku
wî ferman daye artêşa Amerîka ku di amadebaşiyê de bimîne daku êrîşek berfireh pêk bîne eger danûstandin bi ser nekevin.
Li hemberî
wê yekê jî, Îranê ragihand ku wan bersiva xwe ya ji bo pêşniyara Amerîkî bi
rêya navbeynkarê Pakistanî şandiye, di heman demê de berdevkê Wezareta Derve ya
Îranê Îsmayîl Beqayî berdewamiya danûstandinê bi Washingtonê re piştrast kir,
di heman demê de tekez kir ku Tehran pabendî mafên xwe ye.
Pizîşkiyan:Diyalog nayê wateya teslîmbûnê
Ji aliyê
xwe ve, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got ku diyalog nayê wateya
teslîmbûnê , û tekez kir ku Îran di çi mercan de dest ji mafên xwe yên yasayî
bernade.
Ev yek di demekê de ye ku, Reutersê
ji çavkaniyek Pakistanî veguhest ku dibêje Îslam Ebadê pêşniyarek Îranê ya
sererastkirî daye Washingtonê, lê destnîşan kir ku nakokiyên di navbera her du
aliyan de li ser gelek mijaran berdewam in, di nav hişyariyan de ku dem ji bo
gihîştina rêkeftinekê bi dawî dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

