Wek îro Herêma Kurdistanê yekem hilbijartina xwe ya azad saz kir

Kurdistan 09:41 AM - 2026-05-19
Desteya bilind ya serpereştiya hilbijartinan PUKMEDIA

Desteya bilind ya serpereştiya hilbijartinan

Parlemana Kurdistanê

Îro (19/05/2026)an, 34 sal bi ser encamdana yekemîn hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê re derbas dibe, ku piştî azadkirina Herêma Kurdistanê ji dest hêzên Rêjîmê Beis birêve çû.

Roja (19/05/1992)an de hilbijartina parlemanê û helbijartina serokê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê bi dengdana giştî û nehênî bi beşdariya nêzîkî yek milyon dengder ku nûneratiya zêdetir ji sê milyon welatiyan bûn, bi dengdana giştî û nepenî hate encamdan. çavdêrên biyanî û dostên gelê Kurd, û ji bo bidestxistina kursiyek di parlemanê de dihat pêşbînîkirin ku her partiyek %7 dengan bidest bixe.

Di 19ê Gulana 1992an de, endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdistan-Îraqê di yekemîn civîna xwe ya hilbijartinê de hatin hilbijartin û hejmara endamên Encûmenê (105) bû.

Her weha roja 4ê Hezîrana 1992an , rûniştina yekem ya hilbijartinê heya (04/06/2005) berdewam kir.

Dr.Fûad Mesûm serokatiya yekemîn Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di 5ê Tîrmeha 1992an de dest bi karê xwe kir.

Her li gorî ku hilbijartina Parlemana Kurdistanê bo xula şeşem roja (20/10/2024)an li Herêmê birêve çû, ku di (02/12/2024)an de parlementaran sonda yasayî xwarin, lê, hikûmeta nû hîna ne hatiye avakirin, di heman demê de danûstandinên di navbera partiyên ku dixwazin beşdarî hikûmetê bibin, bi taybetî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de berdewam dikin û her du alî gelek qonaxên wan hene ku hikûmetek xizmetguzariyê ava bikin,nêrînên wan li ser hikûmeta nû lihev diçin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket