Sêkoşeya Girover... Ecacan

Nêrîn 03:09 PM - 2026-05-18
Karwan Enwer Arşîv

Karwan Enwer

Enfal

Bi hezaran leşker, efser, piledarên ewlekariyê, ajansên îstîxbaratê û Parêzvanên Komarî beşdarî komkujî û bi zindî binaxkirina qurbaniyên Enfalê bûn, her yek ji van hêzan bi awayekî beşdar bû, lê bê guman ewên ku beşdarî pêvajoya gulebarankirin û yên gorên komî veşartin bûn. Hejmarek ji kujerên pir taybet ev yek bi dizî di bin çavdêriya ajansa ewlekariyê ya taybet de pêkanîn.

Evna niha li ku ne??

Li vir, ez bi zimanê we pirsyarekê dipirsim, ku bi hezaran pirsên din derdixe holê. Gelo çima yek ji deh hezaran kesên ku beşdarî heşt qonaxên Enfalê bûne xwe eşkere nekiriye û negotiye ku li wir gorek komî heye, îca ewên ku hîn sax in û di jiyanê de mane, an jî di kêliyên dawîn ên jiyana xwe de ne, li gorî exlaqê mirovî yê asayî, heke di dilê wan de tiştekî veşrtî hebe, berî ku bimirin, ew hewl didin ku dilê xwe aram bikin û veşartiyan eşkere bikin, lê pir ecêbe ku ew mirov ji agir û hesin hatine çêkirin û ne ji nijada mirovan in, egera na kesek ji wan Kesan tunebûn ku mirov bin?

Di 38 salên borî de, yek ji van bikujan, ji wan tîmên ku dozer û tirêle hebûn, wijdanê wan nelivanî da ku cihê yek ji van gorên komî ji gelê Îraq û Kurdistanê re bêje?
Tenê ji bo ku wijdan (eger hebe) wî nekuje, me Kurdan qet bi çavê kîn û nefret û tolhildanê li dijminên xwe nenêriye. Binêrin di raperîna sala 1991`an de ku ku hîna birîna Enfalê germ bû, nêzîkî 100 heta 150 heza leşker, efser û piledar hatin girtin. Yek ji wan ji bo tolhildanê nehat kuştin, lê bi rûmet ji xizmên xwe re hatin şandin.

Pirsyar: Gelo ne mimkun bû ku piştî pêvajoya gulebarandinan, gulebaranker jî bihatana gulebarankirin??, Ji ber ku Îraqa berê bi hezaran mînakên weha hebûn, dema ku Sedam û Nazim Gizar di 30ê Hezîrana 1973an de hewl dan ku Serokomar Ehmed Hesen Bekir, ku di rêwîtiyek ber bi Yekîtiya Sovyet û Bulgaristanê ve diçû, sê grop ji kesên siyoqastê û zelamkuj danîbûn, gropa yekem li balafirxaneya Bexdadê divyabû Bekir bikujin û gropa duyemîn bi navê parastinê endamên gropa rêza yekem bikujin, gropa sêyem ku ji kesên nêzîkî Sedam pêk dihatin divyabû rêza duyem bikujin û tenê ew grop bimîne ku Sedam ji wan gelekî bawer dikir. Lê belê KGB pêştir ew darbe ji Bekir re aşkira kiribû, ji ber wê yekî Nazim Gizar, ku berpirsiyarê ewlehiya giştî ya Îraqê bû, Wezîrê Parastinê Hemadî Şîhab û Wezîrê Navxwe (Seedûn Xîdanî) hatin desteser kirin, Şîhabî jî kuşt, Xîdanî bi giranî birîndar kir û dû re jî felc bû. Dema ku Gizar hate girtin, bêyî darizandinek fermî Sedam ew gulebaran kir û serê wî têde çû… Em Kurd di ew rewşa dînîtîxaneyê de dijiyan!!, wê rejîmê destê xwe ji kuştina wezîr, gezîr û rêberên xwe jî neparestiye, wan baasiyên herî nêzîk û mezin bi îşkence, jehrîkirin û gulebaranê kuştine.

Herdan El-Tikrîtî, Fuad El-Rekabî, Salih Mehdî Emaş, Ebdul Xaliq El-Samerayî, Mihî El-Meşhedanî, Ednan Huseyîn, Mihemed Ayêş, Xenîm Ebdul Celîl û bi dehan kesên din di civîna sala 1979an de li Hola El-Xulid hatin kuştin û hatin winda kirin.

Ez her tim li ser wan kesan difikirim ku guleya dawî avêtin qurbaniyên Enfalê. Ew qet ji bo Baasê bi qasî Gizar, Rekabî, Tikrît û Samerayî girîng nebûn, ji ber vê yekê dibe ku evna jî hemû bi derdê ewên din çûbin û piştî gulebaranê hemû hatibin kuştin, eger nae w li ku ne??.

Eve jî dişibihe sêkoşeyek girover.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket