Amerîka û Îran ji bo bidawîanîna şer mercên dijwar hene
Cîhan 03:56 PM - 2026-05-17
Aleyam
Ala Amerîka û Îranê
Ji bo ku şer bi awayekî daîmî bi dawî bibe û danûstandin pêşve
biçin, Amerîka pênc mercên sereke û Îranê jî 10 mercên wê hene, ku hin ji wan xetên sor in, lê
Amerîkayê mercên Îranê bi tevahî red dike.
Ajansa nûçeyan a Fars ya Îranê pênc mercên sereke yên ku Amerîkayê
di bersiva xwe ya li ser peymana pêşniyarkirî ya bi Îranê re danîne aşkira kir,
ku Washingtonê merc danîne ku digel radestkirina nêzîkî 400 kîlo gram uranyuma
dewlemendkirî ya Îranê ji Amerîkayê re, Îran neyê qerebû kirin.
Her weha hêştina karkirina tenê yek ji kargehên etomî yên
Îranê herweha nedana heta ji sedî 25ê pereyên blokkirî yên Îranê du mercên
din ên Amerîkayê ne.
Ajansê amaje bi wê yekê jî kiriye ku, Washingtonê her wiha mercek
daniye ku rawestandina şer li tevahiya eniyan bi rewşa berdewambûna danûstandinan
ve girêdayî be, eve jî wek yek ji bendên herî hestyare ku pêşniyara Amerîkayê
tê nirxandin.
Di vê navberê de, Mihemed Salih Cokar, serokê Komîsyona
Karûbarên Navxweyî ya Îranê, ragihandiye; di vê demê de Amerîkayê gelek
pêşniyar kirine, lêbelê, di bersivê de, Komara Îslamî ya Îranê mercên xwe yên
berê dubare kirine û 10 mercên rêber wekî xeta sor ji bo her danûstandinekê
destnîşan kirine.
Mercên Îranê ji kontrolkirin û birêvebirina Tengava HirmuzêMercên Îranê ji kontrolkirin û birêvebirina Tengava Hirmuzê bi hemahengiya hêzên çekdar ên Îranê, û bidawîanîna şer li hemû eniyan vedihewîne, bi vekişîna hemû hêzên Amerîkayê ji herêmê û qerebûkirina hemû ziyanên şer, eve jî bilî rakirina hemû sizayên li ser Tehranê û dayîna mafê dewlemendkirina uranyûmê ji wê re û berdana hemû pereyên Îranê yên astengkirî li derveyî welêt vedihewîne.
Her çiqas Cokar behsa sê mercên din ên rêberê welatê xwe ji bo danûstandinan nekir jî, lê belê pêştir berpirsên Îranî behsa garantiyên dubarenekirina şer, parastina bernameya wê ya mûşekî û stendina bac ji wan keştiyan wî di Tengava Hirmuzê re derbas dibûn, ku di danûstandinan de wekî xeta sor a rêber tê binavkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

