Serokkomar peyamek pîrozbahiyê ji Şah Charles III wergirt

Kurdistan 10:04 PM - 2026-05-16
Serokê Komarê Îraqê û Şah Charles III Malpera Serokkomariyê

Serokê Komarê Îraqê û Şah Charles III

Serok Nîzar Amêdî bi boneya destpêkirina erkê xwe ya serokkomariyê ji Şah Charles III yê Brîtanya ya Mezin û Îrlenda Bakur peyamek pîrozbahiyê wergirt.

 Di peyamê de, Şah Şah Charles III tekez kir ku Brîtanya girîngiyek mezin dide peywendiyên xwe yên bi Îraqê re, û destnîşan kir ku ew dixwazin peywendiyên dostaniyê di navbera her du welatan û gelên wan de xurt bike.

Şah Charles kêfxweşiya xwe ji pêşketinên erênî yên ku Îraqê di salên dawî de bi dest xistiye, nemaze di warê xurtkirina ewlehiyê de,anî ziman û hêviya xwe ji bo hewldanên hevbeş anî ziman da ku destkeftiyên piştî ewqas qurbanîdanê li Îraqê hatine bidestxistin biparêzin û ji bo gelê Îraqê û tevahiya herêmê aramiyê pêşve bibin.

Şah Şah Charles III di peyama xwe de, hevkariya nêzîk ya di navbera her du welatan de di çareserkirina bandorên guherîna avhewayê û ewlehiya avê de,û karên wan yên hevbeş ji bo avakirina paşerojek ewletir û serfiraztir ji bo her du neteweyan pêşwazî kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket