Berdevkê Ava Silêmanî: Hêla sêyemîn dê Silêmanî ji kêmbûna avê rizgar bike
Kurdistan 08:17 PM - 2026-05-16
Rêveberiya Ava Silêmaniyê
Hêla Avê ya Dukan-Silêmanî
Berdevkê Rêveberiya Ava Silêmaniyê dibêje ku ji ber baranên îsal, asta û
kalîteya avê li Serçinar û Dukanê pir zêde bûye,lê tevî barana zêde jî, em bi
awayekî sabît av werdigirin, ku ew jî 260 hezar metre sêca ye, di heman demê de
Silêmanî ji bo ku bi tevahî ji kêmbûna avê rizgar bibe, pêdivî bi 450 hezar metre
sêca avê heye.
Amanc Celal, berdevkê Rêveberiya Ava Silêmaniyê, ji malpera fermî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re got:Em kêfxweş in ku îsal baranek baş
barî û asta ava projeyên ava Serçinar û Dukan bi girîngî zêde bûye,em pêşbînî
dikin ne ku av heta payîzê bimîne, ku ev baş e, ji ber ku her ku av zêde bibe,
kalîteya avê ewqas baştir dibe.
Her wiha eşkere ku parêzgeha Silêmaniyê ji her
du projeyên avê yên Serçinar û Dûkan avê werdigire û tevî barana zêde jî, em bi
berdewamî avê werdigirin ku 260 hezar metre sêca ye, lê Silêmanî ji bo rizgarbûna
ji kêmbûna avê pêdivî bi 450 hezar metre sêca heye.
Berdevkê Rêveberiya Ava Silêmaniyê dazanîn ku
projeya hêla avê ya sêyemîn ya di navbera Dukan û Silêmaniyê de hatiye cî bi cîkirin
û hemû taxên Silêmaniyê dê ji temamkirina wê sûd werbigirin û bê guman di
demsala havînê de, Silêmanî dê ji kêmbûna avê rizgar bibe û em dikarin bireke
baş avê hilberînin.
Ev yek jî di demekê de ye ku, bajarê Silêmaniyê ji bo dabînkirina ava vexwarinê xwe
dispêre du projeyên stratejîk, ew jî Serçinar û Dukan in, ku niha rojane 260
hezar metre sêca ya av dabîn dikin,di demekê de ku pêdiviya
rastîn ya Silêmaniyê ji bo derbaskirina qeyaran kêmbûna avê 450 hezar metre sêca ya av be jî, cûdahî 190 hezar metre sêca ye, lê
pêkanîna projeya xeta avê ya sêyemîn ya Dukan-Silêmanî, wekî xalek werçerxê,ku
ev dikare kêmasiyê tijî bike û di demsala germ ya havînê de hemû taxên
Silêmaniyê ji kêmbûna avê rizgar bike.
Hevdem, girêbesta projeya hêla avê ya sêyemîn ya
di navbera Dukan û Silêmaniyê de bi hewldanên Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî
ji aliyê Civata Wezîran ve hatiye pejirandin û ketiye warê cî bi cîkirinê,ku ev
rêkeftin, bi birê 423.79 milyon dolaran hatiye îmzekirin ku ewê pirsgirêka
kêmbûna avê li Silêmaniyê di 30 salên bê de çareser bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

