Parlamenterek DEM Partî daxwaza gerantiyên yasayî ji bo zimanê Kurdî dike
Kurdistan 05:43 PM - 2026-05-16
Amida Haber
Gulderen Varli, parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî )
Parlamenterek ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajarê
Wan ya Bakurê Kurdistanê daxwaza lêpirsînek parlamanî kir daku encamên dîrokî û
civakî yên înkarkirin, qedexekirin û siyasetên cudakar yên li dijî zimanê Kurdî
werin destnîşankirin.
Gulderen Varli, parlamentera Wanê ya ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya
Gelan (DEM Partî ), pêşniyarnameyek pêşkêşî Serokatiya Parlemanê kir û daxwaza
lêkolînekê li ser astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî di warên giştî,
yasayî û çandî de kir.
Varli di pêşniyarê de tekez kir ku ziman ne tenê amûrek ragihandinê ne,
lê di heman demê de hilgirên bîra dîrokî, nasnameya çandî û hebûna civakî ne,di
pêşniyarê de hatiye:Kurdî bi salan e armanca siyastên înkar, qedexekirin û
cudakariyê ye.
Varli pêşniyar bi bîr xist ku zimanê Kurdî bi taybetî bi govara
Hawarê di sala 1932an de forma xwe ya nivîskî ya nûjen bi dest xistiye û 15ê
Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin, û bal kişand ser wê rastiyê ku
perwerdehiya bi zimanê dayîkê û gihîştina xizmetên giştî hîna jî ji hêla yasayî
ve ne hatine gerantîkirin,bi destnîşankirina ku zaravayên Kurmancî û Zazakî di
Atlasa Zimanên di metirsiyê ya UNESCO de cih digirin, pêşniyarname
binpêkirinên mafên mirovan yên li xwarê bi vî awayî rêz dike:
Gülderen Varlı li gorî xala 98an ya Destûra Bingehîn û xalên 104 û 105an
yên rêziknameya parlemanê daxwaza lêpirsîna parlemanê kir ku di pêşniyarê de
hat xwestin ku komîsyona ku were avakirin daku van mijaran çareser bike:
*Encamên dîrokî û civakî yên siyasetên înkar, qedexekirin û cudakariyên li dijî zimanê Kurdî hatine sepandin.
*Astengiyên yasayî û îdarî yên li pêşiya perwerde û xizmetên giştî yên
bi zimanê dayîkê.
*Pêşniyarên çareseriyê ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî û hemû zaravayên wê.
*Pêşniyarên siyasetê ji bo misogerkirina parastina yasayî ya mafên
bingehîn yên zimanî yên welatiyên ku zimanê wan yê dayîkê ya Kurdî ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

