Erdogan:Ji bo bi serxistina projeya aştiyê destûreke nû pêwîste
Cîhan 05:09 PM - 2026-05-16
NTV Haber
Recep Tayyip Erdogan Serokkomarê Turkiyê
Recep Tayyip
Erdogan Serokkomarê Turkiyê ragihand ku komîteya parlemanê ya ku ji bo pêvajoya
nû ya hatiye erkdarkirin nexşerêyek li ser bingeha lihevkirinê amade kiriye, û
hewldanên hewalgiriyê ji bo bilezkirina pêvajoya çekberdanê berdewam in her
weha Erdogan tekez kir ku destûrek nû niha pêdivîyek lezgîn e.
Erdogan tekez dike ku destûrek nû niha ji bo bi serxistina pêvajoya aştiyê pêdivîyek jiyanî ye
Erdogan berdewamiya pêvajoyê bi biryardariyeke bê guman piştrast kir û
got:Komîteya me ya parlamanê nexşerêyek li ser bingeha lihevkirinê danî û pîwîste
ku ev nexşerê bi awayekî avaker û bibandor were cî bi cîkirin.
Erdogan:Ji bo bi serxistina Pêvajoya Aştiyê emê hemû astengiyan derbaz bikin
Serokkomarê
Turkiyê di daxuyaniyekê de, piştrast kir ku Hevpeymaniya
Gel dê dev ji armancên xwe bernede û got:Em bi biryar in ku bigihîjin armancên
xwe, û emê kesên ku Turkiyeyek bê tundûtîj naxwazin têr nekin û emê bi
derbaskirina hemû astengiyan bigihîjin vê armancê.
Erdogan:Pêwîstiya Turkiyê bi destûreke nû heye û
ev erkê me hemûyan e
Erdogan di axaftina xwe de behsa gotûbêjên
berdewam yên derbarê destûra nû jî kir û tekezî li ser pêwîstiya Turkiyê bi
destûreke nû kir û got:Destûra nû êdî ne luks e, lê pêdivî ye, bi rastî jî erk
e.
Erdogan ji bo aliyên siyasî:Hûn bi hevre destûrek lîberal û sivîl amade bikin
Serokkomarê
Turkiyê bang li aliyên siyasî kir ku bi hevre destûrek
lîberal û sivîl amade bikin ku hemû beşên civakê di nav xwe de bigire.
Erdogan:Hin alîgirên Pêvajoya Aştiyê ne û hindek jî li dijî wê ne lê emê berdewam bin bo bi serxistina wê
Serokkomarê
Turkiyê got: Rastî ev e ku, her wekî kesên ku ji
destpêkê ve ji bo serkeftina vê pêvajoyê parêzvanî kirin û bê westan kar kirin
hebûn, kesên ku jê nerazî ne jî hene,tevî zehmetiyên ku pêre rû bi rû ma,
pêvajo gihîştiye vê qonaxê,em bi biryar in ku emê kesên ku Turkiyeyek bê tundûtîjî
naxwazin aram nekin,em bi biryar in ku emê vê derfetê nedin wan,niyeta me baş
e, û rêya me jî rast e,bi îzna Xwedê, encamên me dê erênî bin bê guman emê
bigihîjin armanca xwe.
Emê mijara destûra nû di rojeva xwe de bihêlin û
bê guman emê vê soza ku me daye gelê xwe bicîh bînin, û me di vî warî de
amadekariyên xwe kirine û me pirsgirêkên ku gelê me hewce dike û daxwaz dike
destnîşan kiriye, eger em behsa siyaseta
sivîl û rêziknameyên yasayî yên ku li
gorî pêdiviyên demê ne bikin, wê demê em dibînin ku armanca me ew e ku em hemî pêngavên
pêwîst ji bo bidestxistina vê yekê bavêjin, digel hewcedariya bi destûrek nû,gel dixwaze ji destûreke bingehîn ya ku bi darbeyan
qirêj bûye rizgar bibe û destûreke bingehîn ya nû, berfireh, lîberal û sivîl
hebe,siyaset nikare daxwazên gel paşguh bike, pêkanîna
vê xwestekê berpirsiyariya dezgeha siyasî ye, û ew tiştê herî girîng e ku divê
ew bike, destûra nû êdî ne luks e, lê pêdiviyek e, bi
rastî erkek e, em vê mijarê li ser
siyasetê dibînin, û em bi eşkereyî bang li aliyên siyasî dikin ku werin em hemû
alîgirîyên xwe yên siyasî bidin aliyekî, û destûrek nû ji bo hemû pêkhateyên
civakê amade bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

