El Zeydî:Bi hevre emê rûbirûbûyê pirsgirêkan bibin
Îraq 03:00 PM - 2026-05-16
Ofîsa Ragihandina Serokwezîr
Elî El Zeydî piştî ku erkên xwe wekî Serokwezîr dest pê kir gotarek pêşkêş kir
Serokwezîrê
Îraqê Elî Falih El Zeydî piştrast kir ku qonaxa bê divê qonaxa hevkariyeke
rastîn û derbaskirina nakokiyan be, û soza xebata dilsoz û biryardariyeke
rastîn ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan da, her weha destnîşan kir ku bernameya
hikûmetê armanc dike ku aboriyeke neteweyî ya bihêz, cihêreng û domdar ava
bike.
Zeydî di
axaftina xwe de di merasîma bidestxistina serokwezîriyê de îro roja Şemiyê 16ê
Gulana 2026an got: Gel baweriyeke mezin û berpirsiyariyeke dîrokî spartiye min,
û Civata Nûneran di qonaxek aloz ya dîroka Îraqê de baweriya xwe da hikûmeta me
û aşkere kir ku ev ji me dixwaze ku em ji bo niha û pêşeroja gelê Îraqê bi
xîret kar bikin
Serokwezîr
spasiya xwe ji Civata Nûneran re anî ziman ji bo dayîna vê baweriya neteweyî, û
diyar kir ku ev bawerî soz û pabendbûnek li ber Xwedê, gel û dîrokê ye, her
wiha spasiya serokên Çarçoveya Hemahengiyê û hêzên siyasî ji bo rola wan di pêkanîna
serkeftî ya hikûmetê de kir.
El Zeydî
tekez kir ku qonaxa bê divê qonaxa hevkariyeke rastîn û derbaskirina nakokiyan
be û soza xebata dilsoz û biryardariyeke rastîn ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan da
gelê Îraqê.
El Zeydî got:
Îraq, tevî dewlemendiya xwe, demek dirêj e ji ber pirsgirêk û qeyranên aborî û
xizmetguzariyê êş dikişîne, û hikûmeta me destpêkirina bernameyeke berfireh ya çaksaziyên
aborî û darayî dide pêş û tekez kir ku bernameya me armanc dike ku aboriyeke
neteweyî ya bihêz, cihêreng û domdar ava bike û mê ber bi aboriyeke ku xwe
nespêre çavkaniyeke yekane, lê sektorên din vejîne.
Her weha got:
Emê ji bo parastina fonên giştî û têkoşîna li dijî gendeliyê di hemî awayên wê
de bixebitin û tekez kir ku gendelî êdî ne tenê şaştiyeke îdarî ye, lê bûye
astengiyek ji bo pêşkeftinê û astengiyek ji bo pêşkeftina neteweyê.
Serokwezîr dazanîn
ku pêşkêşkirina kar ji bo ciwanan û kêmkirina bêkariyê di nav pêşîniyên sereke
yên hikûmetê de ne bi rêya destpêkirina projeyên berhemdar û pêşkeftinê û emê
ji bo handana weberhênanê û piştgiriya sektora taybet bixebitin daku bibe
hevkarê sereke di avakirina aboriya neteweyî de, û ji bo peydakirina hawîrdorek
dadperwer û belavkirina wekhev ya derfetan di navbera hemî Iraqiyan de, bêyî
cudakarî û alîgiriyê û piştgiriya xwe ya bêhempa ji bo kerta perwerdehiyê bi rêya pêşxistin û nûjenkirina xwendingehan û zanîngehan piştrast
kir.
Civaka
perwerdeyî pabend e bi bilindkirina saziyên akademîk û zanistî, û emê bi planên
kirdarî berdewam bikin daku kerta tenduristiyê pêşve bibin û asta xizmetên
bijîşkî baştir bikin û emê ji bo pêşxistina nexweşxane û navendên tenduristiyê
û dabînkirina dermanan li hemî bajar û deverên gundewarî bixebitin her weha destnîşan
kir ku dosyeya xizmetguzarî û binesaziyê dê wekî rehîn ji sozên paşxistî re
nemîne, lê dê bibe qadek ji bo çalakiyên rastîn.
El Zeydî
weha berdewam kir,emê di hemî mercên xizmetguzarî û binesaziyê de projeyên
stratejîk bicîh bînin, û hikûmet dê bibe dewletek saziyan û serweriya yasayê,
guh bide dengê welatiyan û emê ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê û parastina
serweriya Îraqê kar bikin.
Aşkere jî
kir ku emê ji bo xurtkirina peywendiyên xwe yên Erebî, herêmî û navneteweyî li
ser bingeha rêzgirtina hevbeş kar bikin. Îraq hêjayî wê ye ku îro rabe û gelê
wê bi rûmet bijî her weha spasiya kûr ji bo helwesta Desthilata Olî ya Bilind
ji bo helwestên wê yên aqilmend û rola wê di parastina aştiya civakî de, û pêzanîna
me ji bo hemî saziyên olî û neteweyî yên ku nûnertiya hemî pêkhateyên civaka Îraqê dikin" anî ziman.
El Zeydî di
dawiya axaftina xwe got: Riya çaksaziyê dibe ku dijwar be, lê ne ne gengaz e,emê
di nav we de û bi we re bin, ji bo her maleke Îraqî û her ciwanekî ku li
derfeteke kar digere bixebitin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

