Partiyên Kurd daxwaza yeksaniya Kursiyên di Civata Gel de dixwazin

Kurdistan 07:31 PM - 2026-05-15
Bajarê Qamişlo ANHA

Bajarê Qamişlo

Rojavayê Kurdistanê

Li Rojvayê Kurdistanê, 10 partiyên Kurdî nerazîbûn nîşanî destnîşankirina 4 kursiyan ji bo nûnertiya Kurdan di Civata Gel ya Sûriyê de dan, û diyar kirin Sînordarkirina nûnertiya Kurdan bi 4 kursiyên lawaz ji nav 210 kursiyên Civata Gel, xapandineke aşkera ya li ser rastiyên demografî û siyasî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin di demekê de ku pêkhateyên Sûriyê li bendê ne ku dewleteke welatîbûn û şirîkatiyeke rastîn ava bikin, her wiha rêyeke siyasî ya giştî peyda bikin ku dawî li bi dehan salên marjînalbûnê bîne, gelê me bi 'hilbijartinên Civata Gel ya Sûriyê' şok bû.

Di daxuyaniyê de hatiye:Sînordarkirina nûnertiya Kurdan bi 4 kursiyên lawaz ji nav 210 kursiyên Meclisa Gel, xapandineke aşkere ye li ser rastiyên demografî û siyasî yên li ser erdê ye,gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêkhateyeke resen û dîrokî ye û rêjeya wî ji sedî ne ne kêmî ji sedî 20’ê tevahiya nifûsa Sûriyê ye, îro bi rêya van tayînkirinên sîstematîk ji dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê parvekirî di biryardana nîştimanî de bê par tê hiştin lewra em van tayînkirinan bi her awayî red dikin.
Em pêwîstî bi mafê xwe yê nûnertiya rastîn ya parlamenî dibînin ku ne kêmtirî 40 kursiyan be ji bo kesên ku bi awayekî zelal xwedî ramanên neteweyî yên kurdî ne û doza wî ya dadperwer diparêzin, ev yek jî li gorî rêjeya nifûsa rastîn a pêkhateya Kurd e.


Her wiha hate diyarkirin ku tayînkirinên bi vî rengî xizmeta daxwazên gelê Kurd nake û hate gotin “dê têkoşîna xwe ya aştiyane û dîplomatîk, bi hevkariya hemû hêzên demokratîk yên Sûriyê re berdewam bikin, ta ku şirîkatiyeke nîştimanî ya rastîn û destûreke nûjen ku mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê nas bike pêk were.

Partiyên daxuyanî daye ev in:

- Partiya Lîberal ya Kurd li Sûriyê

- Partiya Kesk ya Demokrat

- Partiya Hevpeymaniya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî 

- Partiya Komunîst ya Kurdistanê 

- Partiya Demokrat ya Kurdistanê - Sûriyê

- Partiya Guhertina Demokratîk ya Kurdistanê 

- Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê 

- Partiya Parêzgeran ya Kurdistanê 

- Partiya Roj ya Demokratîk ya Kurd li Sûriyê 

- Tevgera Nûjen ya Kurdistanê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket