Ji ber bagera li Hindistanê zêdeyî 110 kes mirin

Cîhan 01:52 PM - 2026-05-15
Dîmenek ji agera li Hindistanê Medya

Dîmenek ji agera li Hindistanê

Hejmara kesên ku ji ber bagera li bajarê Uttar Pradesh ya bakurê Hindistanê canê xwe ji dest dane zêdetirî 110 kesane.

Li gorî rojnameya The Hindu, Ofîsa Operasyonên Rizgarkirinê ya girêdayî Rêveberiya Karesatan ya bajarê Uttar Pradesh ya Hindistanê, hejmara kesên ji ber bagerê canê xwe ji dest dane gihîştiye 111 kesan û 72 kes jî birîndar bûne.

Li gorî amarên berê,  di bagerê de ku roja Çarşemê (13 Gulan 2026) li herêmê rabibû, 89 kesan canê xwe ji dest dane.

Li Bajarê Uttar Pradeshê ku nifûsa wê ji 240 mîlyon kes in, di demsala Mûsonê de gelek caran bahoz û bayên bihêz radibin û Birûsk jî dibe sedema sereke ya canê ji dest dana welatiyan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket