Nîzar Amêdî: Dengdana Encûmena Nûneran bo kabîneya wezîran gavawekî destûrî ye

Îraq 08:58 PM - 2026-05-14
Serokkomar Nîzar Amêdî Ragihandina Serokkomar

Serokkomar Nîzar Amêdî


Nîzar Amêdî radigihîne: Dengdana Encûmena Nûneran li ser hikûmeta nû, gaveke destûrî ya pir girîng e ber bi çespandina aramiya siyasî li Îraqê.

Nîzar Amêdî, Serokkomarê Îraqê piştî civîna Encumena Îraqê li ser X peyamek belav kir û ragihand: Dengdana Encûmena Nûneran li ser kabîneya wezîran, wêstgeheke neteweyî ya yekalî û gaveke destûrî ya pir girîng e ber bi çespandina aramiya siyasî, bihêzkirina ewlehî û serweriya Îraqê, û yekxistina hewldanan ji bo rûbirûbûna kêşeyên niha û bidestxistina mafan.

Her wiha ragihand: Pîrozbahiyê li birayê me Elî Zeydî û xanim û birêzên wezîran dikin bi boneya bidestxistina baweriya Encûmena Nûneran û hêvîdar in di nêzîktirîn dem de kabîneya wezîran were temamkirin, bi şêweyekî ku destpêkirineke çalak di cîbicîkirina bernameya hikûmetê û pêkanîna daxwazên gelê Îraqê de peyda bike.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket