Mekteba Siyasî sizakirina Ecac waneyekî mezin eji bo dujminên Kurdistanê

Kurdistan 01:24 PM - 2026-05-14
Logoya YNK PUKMEDIA

Logoya YNK

YNK Tawana Enfal

Mekteba Sîyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi boneya derçûna biryara bidarvekirinê ji bo Ecac, celadê cînosayda Enfalê û tawankarê kurdkujê zîndana Nugre Selman, peyameke pîrozbahiyê arasteyî komalên xelkê Kurdistanê bi giştî û xwediyên enfalkiriyan bi taybetî dike, ku ev naveroka wê ye:

Mekteba Sîyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li komalên xelkê Kurdistanê bi giştî û kesûkarên enfalkiriyan bi taybetî dike, bi boneya dadgehkirin û biryara hukmê rewa li ser celadê mezin ê cînosayda Enfalê û tawankarê kurdkujê zîndana Nugre Selman, Ecacê xwînrêj.
Îro pêncşemem 14ê gulana 2026an, Dadgeha Resafe li Bexdayê qada tola rewa ya dîrokê û hukmê dadperwerane bû li ser tawankar Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî, ku di dosyaya Enfalê de navê wî wekî yek ji kesên herî xirab ên rêjîma Beisê tê.
 tawankarek ku qirêjtirîn cureyên tawanan rojane û gav bi gav li dijî xwîşk, dayik, pîr û zarokên zîndana Nugre Selman encam dane û Zindana Nugre Selman di serdema rêjîma Beisê ya wekî dêwekî de, li dijî gelê me hatibû avakirin û wekî kabûsekê bû.

Dadgehkirina Ecac ders û waneyeke mezin e ji bo hemû dijmin û neyarên gelê Kurdistanê, ku dereng yan zû, roja sizadana tawankaran tê û roja însaf û vegerandina mafan ji bo zordestîlêkiriyan ji hemû çîn û tiwêjên miletê me tê û tu caran li ser wan de naçe.

Serkewê dad û dadperwerî li Îraqa nû û federal de, û bila hemû awatên gel ên ku bi hezaran qurbanî di pênava wan de hatine dan, bi cih werin.
Ruhê şehîdan asûde be û careke din li bîranîna şîrîn a enfalkiriyan pîroz be.

Mekteba Sîyasî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket