Washington mêvandariya Qubad Talebanî û berpirsên payebilind ji bo diyaloga li Îraqê dike
Kurdistan 11:30 PM - 2026-05-13
Nivîsingeha Ragihandina Qubad Talebanî
Beşdariya Qubad Talebanî di diyaloga Îraqê de
Qubad Talebanî beşdarî Diyaloga Îraq 2026 bû, ku
ji hêla Civata Atlantîk ve li Washingtonê hatibû sazkirin, têde hejmarek karbidestên Îraqî û navneteweyî ji bo guftûgokirina pêşketinên herêmî,
aramiya siyasî û pêşeroja peywendiyên di navbera Îraq û Amerîka de civiyan.
Di diyalogê de Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Qubad
Talebanî ragihand ku,rola Îraqê bi wê ve girêdayî ye ku gelo ew dixwaze pêgeha xwe wekî hêz yan qelsiyek bibîne, eger Îraq bixwaze cihê xwe yê cografîk wekî sermaye, hêz û derfetek ji
bo manevrayê bibîne, ew dikare wiya bike,bi awayekî, li gorî min tiştê ku Îraq
dibe ku hîna fêm nekiribe ev e ku gelek kêm welatên mîna wê hene.
Her weha aşkere kir ku her kes dixwaze bi Îraqê
(Rojhilat, Rojava, Ewropa, Amerîka, Çîn, Rûsya) û welatên herêmê re peywendiyên
baş hebin, ji ber ku Îraqeke stratejîk ji bo avakirina peywendiyên
baş bi her kesî re kar dike.
Hikûmeta nû dê şaşiyan sererast bike
Qubad Talebanî bal kişand ser wê yekê û got: Me
siyasetek bê alî pejirand û pir vekirî û şefaf bûn û li dijî vî şerî bûn, ji
ber ku ew ne ji bo Iraqê û ne jî ji bo Kurdistanê baş bû, em hêvî dikin ku ev agirbest berdewam bike û bibe peymanek mayînde, ji
ber ku ewê ji bo hikûmeta nû ya ku niha li Îraqê tê avakirin alîkariyek mezin
be, li gorî me hikûmeta nû derfet heye ku şaşiyên ku li dijî Kurdistanê yan jî
her pêkhateyên din hatine kirin sererast e
Qubad Talebanî dazanîn ku eger komek di nav
dewletê de li dijî dewletê kar bike, berpirsiyariya dewletê ye ku bi wan re
mijûl bibe.
Divê em alîkar bin di arastekirina welêt de
Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Me biryareke stratejîk daye ku em
li Bexdayê binSerokê YNKê jî niha li , wir e ji ber ku biryarên biryardar li
wir tên dayîn û em nikarin li derveyî pergalê bin û dema ku welat ber bi
aliyekî ku em jê hez nakin ve diçe gazinan bikin, divê em li
wir bin û alîkariya rêvebirina welêt bikin. Me bi salan e ji derve li Bexdayê
dinêrî û têkiliyên me li ser bingeha "bide min û ezê bidim te" ne, lê
ev 10 heta 15 salan encamên wê nebûye.
Her weha got: Li Îraqê nifşekî nû yê serkirdayetiya ciwan û
neteweyî derketiye holê, ku tê çaverêkirin ku Îraq di hikûmeta bê de ber bi
serxwebûneke mezintir û hevsengiyeke siyasî ve biçe.
Girîngiya Îraqê ji bo Amerîka kêm nebûye
Derbarê têkiliyên Îraqê bi Amerîkayê re, Qubad Talebanî got: Girîngiya Îraqê
ji bo Amerîka kêm ne bûye, tenê cureyê têkiliyê guheriye têkiliyeke saziyî û
dîplomatîk ya asayî, mîna welatên din, berê, têkilî bi rêya nûnerên
taybet dihatin kirin, lê niha têkiliyeke me ya piralî bi Amerîka re heye, ku
warên aborî, yasayî û ewlehiyê digire nav xwe û hemahengiya ewlehî û şerê li
dijî terorê bi hevalbendan re di asteke bilind de ye, her weha girîngîdana
Amerîka bi kertên aborî, petrol, gaz û madenê yên li Îraqê zêde dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

