Îraq tawanên rejîma berê di muzexaneyekê de belge dike
Kurdistan 06:16 PM - 2026-05-13
PUKMEDIA
Zîndana Nuqret Selman
Îraq hewl dide ku tawanên rejîma berê belge bike û dixwaze hemû tawanên
wan di muzexaneyekê de tomar bike, şêwirmendekî Komîsyona Bilind ya Mafên Mirovan ragihand
ku armanca vê pêvajoyê ew e ku tawan di xeyal û wijdanê nifşên pêşerojê de
bimînin û tekez kir ku,Zîndana Nuqret Selman û Fîrqeya Pêncemîn şahidên
mezinahiya tawanan in û têne tomar kirin.
Seid Ebdelî, Şêwirmendê Komîsyona Bilind ya Mafên Mirovan, ji medyaya
fermî ya Îraqê re ragihand ku,binpêkirinên ku ji aliyê rejîma berê ve hatine
kirin bandor li hemû beşên gelê Îraqê kirine, ji ber vê yekê em hewl didin ku tawanan
belge bikin.
Derbarê armanca damezrandina mûzeyê de jî, Seid Ebdelî ragihand ku armanca
projeyê ne sivakatîkirina rejîma berê ye, lê ewe ku nifşê nû bi binpêkirinên ku
çêbûne were nasîn û pêşî li dubarebûna wan were girtin.
Komîsyona Mafên Mirovan dixwaze ji ezmûna welatên din sûd werbigire, ji
ber vê yekê serdana çend welatan kiriye û li mûzexaneyên ku tawanên rejîmên
zordar belge dikin lêkolîn kiriye.
Seid Ebdelî, şêwirmendê Komîsyona Bilind Ya Mafên Mirovan, got: Komîsyon
kar dike ku baregeha fîrqeya pêncemîn veguherîne muzexaneyekê daku binpêkirinên
rejîma berê belge bike.
Derbarê binpêkirinên li dijî gelê Kurd de jî aşkere kir ku Zîndana Nuqret Selman şahidê binpêkirinên ku li dijî gelê Kurd hatine kirin dimîne, hebûna gorên komî
li dora girtîgehê jî belgeyek xurt ya mezinahiya tawanê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

