Nirxê petrolê daket

Aborî 09:57 AM - 2026-05-13
petrol PUKMEDIA

petrol

Piştî birêketina serokê Amerîkayê Donald Trump ber bi Çînê ve bi mebesta civîna ligel serokê wî welatî Şî Cînpîng, îro Çarşemê 13/5/2026`an bihayê petrolê daketin bi xwe ve dît, ev jî piştî ku di çend rojên borî de bihayê wê bi bilindî mabû ve

Bi vî awayî, îro bihayê bermîleke petrola Brênt bi 106 dolar û 56 sentan danûstandin pê hate kirin û bermîleke petrola Tekasê bi 100 dolar û 99 sentan hate firotin.
Ev di demekê de ye ku roja Sêşemê bihayê petrolê bi rêjeya zêdetirî 3% bilindbûn bi xwe ve dît, ku wê yekê destkeftên berê dirêjtir kirin. Ev jî ligel lawazbûna hêviyên ji bo agirbesteke herîmî di navbera Amerîka û Îranê de hat, ku bû sedema lawaziya asoya vekirina Tengava Hormizê, bi awayekî asayî nêzîkî yek li ser pênc peydakirina petrol û gaza xwezayî ya şile ya cîhanê tê re derbas dibe.
Şerê ligel Îranê di 28ê Sibata îsal de dest pê kiriye û di niha de bandoreke nerênî li ser aboriya Amerîkayê kiriye ku mezintirîn aboriya cîhanê ye. Ji ber ku bilindbûna bihayê petrolê dibe sedema bilindbûna bihayê sotemeniyê û aborînas pêşbînî dikin ku di çend mehên bê de bandorên kêlekî derbikevin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket