Pentagon: Lêçûnên şerê Îranê gihîştine 29 milyar dolarî
Cîhan 09:18 PM - 2026-05-12
PUKMEDIA
Logoya Pîntegon
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) amara herî nû ya şerê welatê xwe yê
li dijî Îranê belav kir û eşkere kir ku lêçûnên şer gihîştine 29 milyar
dolaran.
Li gorî raporeke kanala (CNN), ev texmîna nû ku 29 milyar
dolar e, bi qasî 4 milyar dolaran ji wê hejmara ku berpirsên Pentagonê beriya
du hefteyan pêşkêşî Kongreyê kiribûn zêdetir e.
Colz Hêrstî, Cîgira Wezîrê Darayî di Wezareta Parastinê ya
Amerîkayê de, li pêşberî Komîteya Terxankirina Darayî ya Civata Nûneran
ragihand: "Tîmên me bi berdewamî di pêvajoya nirxandina texmînan de ne,
niha em gihîştine wê baweriyê ku lêçûn nêzîkî 29 milyar dolaran e.
Hêrstî sedema vê zêdebûnê vegerand bo nûkirina lêçûnên nûhkirinê,
guhertina kelûpelên leşkerî û lêçûnên giştî yên pêvajoyên îdarî û darayî yên ji
bo mayîna hêzan li herêmê.
Her wiha amaje bi wê kir ku ev zêdebûn ji ber lêçûnên nûkirî
yên nûavakirinê, guhertina alavên leşkerî û her wiha xerciyên operasyonên hêzên
Amerîkayê ne li herêmê.
Ev di demekê de ye ku berê Pentagonê di 29/4/2026an de,
lêçûna şer bi 25 milyar dolaran texmîn kiribû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

