Pêşmerge û DAIŞ tewera civîna Şêx Cafer û Hevpeymanan bû

Kurdistan 02:09 PM - 2026-05-11
Nivîsingeha Ragihandina Şêx Cefer şêx Mistefa Şêx Cafer Şêx Mistefa û Kolonel Chris Heller

Nivîsingeha Ragihandina Şêx Cefer şêx Mistefa

Îro,Duşem (11-05-2026)an Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa pêşwazî li Kolonel Chris Heller Şêwirmendê leşkerî yê Brîtanî yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê.

Di civînê de pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê li Îraq û herêmê, peywendiyên Brîtaniya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêj kirin, her wiha wan li ser gefên DAIŞê yên li ser ewlehî û aramiya herêmê jî gotûbêj kirin.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam ya Brîtanya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê dubare kir û rola hêzên Brîtanî di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de li herêmê bilind nirxand.

Li hemberî wê yekê, Kolonel Chris Hiller piştgiriya berdewam ya welatê xwe ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê tekez kir ji bo girîngiya parastina aştî û aramiyê li herêmê.

Di civînê de her wiha li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, pêngavên ji bo ji nû ve yekxistina Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Karûbarên Pêşmerge de, pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn û encamên wê li ser ewlehiya herêmî tewerek din ya civînê bû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket