Girîngtirîn Tewerên hevpeyvîna Qubad Talebanî ku Serok Trump beşek ji wê belav kir
Kurdistan 11:17 AM - 2026-05-11
PUKMEDIA
Trump perçeyek ji gotinên Qubad Talebanî parve dike
Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek da
malpera Amerîkî Breitbart News, û li ser pêşeroja peywendiyên Amerîka-Îranê,
rola Serokê Amerîka Donald Trump di egera gihîştina rêkeftinek berfireh di
navbera her du aliyan de û bandorên rêkeftinek wusa li ser aboriya herêmî û
cîhanî gotûbêj kir.
Serokê Amerîka Donald Trump van daxuyaniyan di
çarçoveya nûçeyên medyayî yên derbarê dosyeya Îranê de li ser platforma xwe ya
Truth Social ji nû ve weşand, û bi vî awayî destkeftiyeke siyasî û medyayî ya
zêdetir da wan.
Xalên sereke yên daxuyaniyên Qubad Talebanî, wekî ku ji hêla Çavdêriyê
ve hatine weşandin, ev in:
Paşxaneya Siyasî ya Mêvan
Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û
kurê Serokkomarê berê yê Îraqê Celal Talebanî ye.
Ew ji malbateke siyasî ya navdar li Îraqê ye û
di gotûbêjên herêmî yên derbarê aştî û aramiya aborî de yek ji kesayetiyên bi
bandor ên Kurd temsîl dike.
Nêrîna Qubad Talebanî derbarê Peymana Amerîka-Îranê
Qubad Talebanî tekez kir ku her rêkeftineke serkeftî ya di navbera
Washington û Tehranê de divê rêkeftineke dualî di navbera Amerîka û Îranê de
be, bêyî destwerdana aliyên sêyemîn.
Her weha got: Divê rêkeftin di navbera A,merîka û Îranê de be, û divê
destûr neyê dayîn ku ti aliyekî sêyemîn wê têk bibe.
Wî zêde kir ku Serok Trump, eger bi tenê û bi prensîba "Amerîka
Pêşî" were hiştin, dikare bigihîje rêkeftinek baş ku ji her du aliyan re
xizmet bike.
Wî her wiha tekez kir ku divê rêkeftin li ser bingeha pesendkirina her
du aliyan be, û çespandina rêkeftinek bi awayekî yekalî dê nebe sedema
domdariya wê.
Pêşanîya Aştiya Herêmî
Qubad Talebanî tekez kir ku divê pêşînî aştî li herêmê û Kurdistanê be,
û tekez kir:
* Piştgiriya her rêyek danûstandinê di
navbera Washington û Tehranê de.
* Amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo
peydakirina piştgiriyê bi rêyên ne fermî yan jî cihê xwe yê erdnîgarî.
* Girîngiya rawestandina zêdebûna
leşkerî.
Her weha got: Em agirbestê pêşwazî dikin û hêvî dikin ku ewê bibe sedema
aştiyek berfireh li herêmê.
Dosyeya Tengava Hurmuzê
Derbarê Tengava Hurmuzê de, Qubad Talebanî rave kir ku "vekirina
Tengava Hurmuzê bi awayekî leşkerî nayê kirin; ew lihevkirinek siyasî ya zelal
hewce dike.
Wî destnîşan kir ku Tengava Hurmuzê ji bo Îranê "çîpeke
danûstandinê ya girîng" temsîl dike, û bêyî berdêl ewê neyê berdan.
Mewdaya Aborî ya Peymanê
Qubad Talebanî bi giranî li ser aliyê aborî sekinî, û tekez kir ku ew bi
piranî di gotûbêjên heyî yên di navbera Washington û Tehranê de tune ye.
Wî got:Cîhanek aborî ya pir berfireh ya vê pevçûnê heye ku hîna ne hatiye
lêkolînkirin."
Wî destnîşan kir ku peymanek dibekî dikare van tiştan di nav xwe de
bigire:
*Kerta Wuzeyê.
* Petrol û Gaz.
* Bazarên Weberhênanê.
* Sivikkirina sizayan.
* Vekirina bazara Îranê li pêş kompaniyên
Amerîkî.
Wî zêde kir ku derfetên aborî ji bo her du aliyan û ji bo aboriya cîhanî
"mezin" in..
Dosyaya Wuze û Weberhênana Amerîkî
Li gorî Qubad Talabanî bawer beşdarbûna kompaniyên wuzeyê yên Amerîkî
dikare bibe beşek ji her rêkeftinekê û dikare bibe alîkar ku çavkaniyên ne hatine
bikaranîn yên Îranê werin pêşxistin.
Wî bal kişand ser mînakên berê yên siyasetên Wuze yên Amerîkî li deverên
cûda yên cîhanê.
Heftemîn: Dosyaya Etomî ya Îranê
Qubad Talebanî diyar kir ku hizra hebûna çekek etomî ji aliyê Îranê ve
"ji ser maseyê derketiye,lê gotûbêjên heyî li ser asta dewlemendkirina Uranyûmê
disekine.
Wî zêde kir ku her rêkeftinek ku tenê li ser aliyên etomî û mûşekî
disekine dê sînordar û ne domdar be.
Çîn û Tengava Enerjiyê ya Cîhanî
Qubad Talebanî destnîşan kir ku Çîn mezintirîn îtxalkarê petrola Îranê
ye û vekirina tengavê ku ew daxwazek cêhanê ye ne tenê herêmî ye.
Wî tekez kir ku aboriya cîhanî ne amade ye ku bi
girtina rêyên deryayî yên girîng re mijûl bibe.
Yekîtîya Navxweyî ya Îranê
Qubad Talebanî analîzek avahîsaziyê ya rejîma Îranê pêşkêş kir, û diyar
kir ku ew sîstemek saziyî ye, ne sîstemek li ser bingeha kesekî ye, û ji
saziyên leşkerî, sivîl, olî û ewlehiyê pêk tê ku niha bi rêjeyek bilind a
ahengek navxweyî kar dike.
Her weha diyar kir ku behîskirina li ser hilweşîna dewletê bi rêya lêdanek
navendî hesabkirinek xelet bû, berevajî rewşên li Îraq û Sûriyeyê.
Bandora qeyranê li ser Îraq û Kurdistanê
Cîgirê Serokwezîr rave kir ku Îraq û Kurdistan ji ber van sedeman
rasterast ji hêla aborî ve bandor bûne:
* Girêdayîbûna giran bi petrolê.
* Rawestandina bazirganiya herêmî.
* Astengkirina rêyên hinardekirinê.
Her weha destnîşan kir ku her pêşketinek li ser
peymanê dê rasterast bandorê li aramiya aborî ya herêmê bike.
Dosyeya Kurd li Îranê
Qubad Talebanî redkirina xwe ya bikaranîna Kurdên li Îranê wekî pêşeng
ji bo guhertina rejîmê tekez kir, û hişyarî daku ev yek dê bibe sedema
xetereyên girîng yên mirovî û potansiyela tepeserkirina giran.
Wî diyar kir ku ev nirxandin ji hêla rêveberiya Amerîka ve jî tê
fêmkirin.
Encam
Daxuyaniyên Qubad Talebanî nêrînekê nîşan didin
ku li ser yekkirina van tiştan hatiye avakirin:
* Ewlekariya herêmî
* Berjewendiyên aborî
* Wuzeya cîhanî
* Dîplomasiya Amerîka-Îranê
Bi tekezîyeke eşkere li ser wê rastiyê ku ti
rêkeftineke pêşerojê bêyî nêzîkatiyeke aborî ya berfireh ku ji mijarên ewlehiyê
yên kevneşopî wêdetir diçe, nikare bi ser bikeve.
(PUKMEDIA, bi rêya kovara El-Mersed)
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

