Trump: Bersiva Îranê ji bo pêşniyara Amerîkayê nayê qebûlkirin
Cîhan 11:42 PM - 2026-05-10
Ajans
Alên Îran ûAmerîka
Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiva Îranê ya ji bo
pêşniyara Washingtonê wekî "bi tevahî nayê qebûlkirin" bi nav kir, di
dema xwendina naveroka wê de yekser redkirina xwe tekez kir.
Di postek li ser Truth Social de, Trump nivîsand, "Niha
min bersiva Îranêx wend , ew ne bi dilê min bû û qet nayê qebûl kirin.
Wall Street Journal hûrguliyên bersiva Îranê ya ji bo
pêşniyara Amerîkayê eşkere kir. Li gorî rojnameyê, Tehranê red kir ku tesîsên
xwe yên nuklerî hilweşîne lê qebûl kir ku uranyuma xwe kêm bike û yê mayî
veguhezîne welatekî sêyemîn.
Rojnameyê ragihand ku bersiva Îranê pêşniyarek ji bo gotûbêjkirina
mijarên nukleerî di nav 30 rojên bê de dihewîne. Tehranê pêşniyar kir ku şer bi
dawî bibe û Tengava Hormizê hêdî hêdî ji nû ve were vekirin di berdêla rakirina
dorpêçan de.
Medyaya dewleta Îranê roja Yekşemê ragihand ku bersiva
Tehranê ya ji bo pêşniyara aştiyê ya dawî ya Amerîkayê mijara bernameya xwe ya
nukleerî paşguh kiriye, li şûna wê bal kişandiye ser bidawîanîna şerê berdewam
li herêmê. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, pêşniyara dijber, ku
bi rêya navbeynkarên Pakistanî hatiye şandin, di serî de armanc dike ku
ewlehiya sefera bi rêya Tengava Hormizê garantî bike berî ku her danûstandinek
li ser mijarên hesastir, di nav de bernameya nukleerî ya Îranê, dest pê bike.
Li gorî New York Post, pêşniyara dawî ya Amerîkayê peymanek
ji bo bidawîkirina şer, vekirina tengavê ji bo keştiyên navneteweyî û
sînordarkirina bernameya nukleerî ya Îranê dihewand.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan di postekê de
li ser platforma X diyar kir ku welatê wî "li hember dijberên xwe serî
natewîne û got ku axaftina li ser diyalog an danûstandinê "nayê wateya
teslîmbûn an paşvekişandinê, lê belê armanc dike ku mafên gelê Îranê biparêze û
berjewendiyên neteweyî bi tundî û bi biryardarî biparêze.
Berevajî vê, Trump soz da ku heke Tehran bi pêşniyara dawî
ya derbarê sînordarkirina bernameya xwe ya nukleerî û vekirina Tengava Hormizê
de razî nebe, dê hêza leşkerî ya Amerîkî bikar bîne. Serokê Amerîkayê her wiha
îşaret bi egera ji nû ve aktîvkirina Operasyona Azadiyê kir, ku tê de keştîyên
Hêzên Deryayî yên Amerîkayê keştiyên bazirganî di tengavê re dişopînin, heke
danûstandin bi ser nekevin.
Di heman demê de, Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî
Mike Waltz di hevpeyvînekê de bi ABC re got ku Trump derfetê dide rêya
dîplomatîk berî ku vegere şer.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

