38 Aliyên Rojava tekez li ser bi destûrkirina zimanê Kurdî dikin
Kurdistan 05:09 PM - 2026-05-10
Hawar News
Dîmenek ji Kongreya Rojnamevaniyê
Di Kongreyeke Rojnamevaniyê de 38 tevger û partiyên li Sûriyê daxuyaniyek dan raya giştî û ragihandin ku her
projeyeke nîştimanî li Sûriyê ne li ser bingehê paşguhkirinê, lê li ser bingehê
tevkariya rasteqîn û hevdu pesendkirin tê avakirin û daxwaz kirin ku mafên
çandî û neteweyî yên gelê Kurd di destûrê de werin parastin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, zimanê Kurdî zimanekê gelekî resen e ku ji
hezarên salan ve li ser vê axê dijîn, her wiha rihê neteweyekê ye ku îmha nabe
û Kurdan bi xwîna xwe û hafîzeya xwe parastina wê ji hewldanên bişaftinê
kirine.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku naskirina zimanê kurdî
wekî zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî gefê li ser yekparbûna welat çênake,
lê ew pêngaveke girînge ji bo pêşxistina tevkariya nîştimanî, nirxên dadperweriyê
û welatîbûnê wekhev ye.
Partî û tevgeran nêzîkatiyên hikumeta demkî ya rakirina nivîsa Kurdî li
ser tabeleya Koşka Dadweriyê ya Hesekê şermezar kirin û diyar kir ku ev nêzîkat
nîşanî hişmendiya dûrxistinê ye û ne li gorî rewşa pirrengiya neteweyî û çandî
li Sûriyê ye her weha ew jî li dijî biryara 13'an a têkildarî parastina
taybetmendiyên gelê Kurd e her weha ev nêzîkatî li dijî bendên Peymana 29'ê
Çileyê ye.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kirin
ku rêzgirtina li mafên çandî û neteweyî yên gelê Kurd, di serî de mafê
bikaranîna zimanê dayikê li sazî û qadên giştî ne îmtiyazek e ku tê dayîn, lê
mafek xwezayî û rewa ye ku ji hêla prensîbên dadperwerî, mafên mirovan û nirxên
jiyana rasteqîn ya di navbera pêkhateyên welat de tê garantîkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê zimanê kurdî û tevahî
mafên gelê Kurd li gorî yasayên navneteweyî di destûra Sûriyê de werin pesendkirin
û hate gotin:Her projeyek neteweyî ku dixwaze Sûriyeyek aram, pir alî û
nenavendî ava bike, nikare li ser hişmendiya înkar û dûrxistinê were avakirin
*Partî û tevgerên ku daxuyanî dane ev in:
1-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
2-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
3-Partiya Kesk ya Demokrat
4-Partiya Aştiya Demokrat ya Kurdistanê
5-Partiya Lîberal ya Kurdî li Sûriyeyê
6- Partiya Komunîst ya Kurdistanê
7-Partiya Demokrat ya Kurdistan- Sûriye (PDK-S)
8-Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriye
9-Partiya Çep ya Kurd li Sûriyê
10-Partiya Çep ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
11-Partiya Sûriye ya Pêşerojê
12-Partiya Guhertina Demoqrat ya
Kurdistanê
13-Tevgera Nûjen ya Kurdistanê-Sûriya
14-Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK)
15-Heyet El Weteniye El Erebiye (Desteya Nîştimanî ya Erebî)
16-Partiya Pêşxistin û Avakirin a Sûriyê
17-Partiya Rêkeftina Demokrat ya Kurdî li Sûriyê
18-Tevgera Îslah- Sûriyê
19-Partiya Asûrî ya Demokrat
20-Partiya Biratiya Kurdistan (PBK)
21-Partiya Roj ya Demokratîk li Sûriyê
22-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
23-Kongra Star
24-Partiya Muhafizkaran
25-Partiya Têkoşîna Demokrat
26-Şepêla Pêşeroj ya Kurdistanê
27-Partiya Demokrat ya Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
28-Tevgera Guhertina Demokratîk
29-Yekitiya Ermenî
30-Partiya Kombûna Nîştimanî ya
Kurdistanê
31-Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Partî(
32-Partiya Yekitiya Demokrat ya Kurdî li Sûriye
33- Partiya Çep ya Şoreşgerî ya Sûriyeyê
34-Partiya Soraya
35- Partiya Muhafizkaran ya Kurdistanê
36- Partiya Kombûna Demokrat ya Sûriyeyê
37- Şepêla Sûrî ya Çeksaziyê
38-Partiya Pêşxistina û Avakirinê ya Sûriyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

