Parlamentoya Îraqê qedandina amadekariyên dengdanê radigihîne
Îraq 10:11 AM - 2026-05-10
PUKMEDIA
Encumena Nûnerên Îraqê
Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Îraqê Sefwan el-Cercerî,
ragihand ku hemû amadekariyên ji bo lidarxistina civîna dengdana li ser
kabîneya nû, ku bi serokatiya Elî el-Zeydî ye bi dawî bûne.
El-Cercerî di hevpeyvînek taybet de bi Ajansa Nûçeyan a Îaqê
re diyar kir ku Parlamentoyê hemû amadekariyên ji bo lidarxistina civîna
dengdana li ser kabîneyê bi dawî kirine. Got wekî ku di dengdanên berê yên
hikûmetê de bûye, vexwendname ji rêberên siyasî û dîplomatîk re hatine şandin.
Wî zêde kir ku vexwendname dê roja Yekşemê ji rêberên
siyasî, Çarçoveya Hevrêzkirinê û Encûmena Siyasî re werin şandin. Wî piştrast
kir ku ew li benda serokatiya Parlamentoyê ne ku roja civînê destnîşan bike, çi
roja Duşemê be an Sêşemê be.
Ji aliyê xwe ve, Parlamenter Dr. Biryar Reşîd ji fireksiyona
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji PUKMEDIA re got ku Serokwezîrê
destnîşankirî Elî el-Zeydî li gorî rêkarên destûrî yên ji bo avakirina hikûmeta
nû bernameya wezîran pêşkêşî Parlamentoyê kiriye. Wî zêde kir ku li gorî
rêkeftinên siyasî yên berdewam ên di navbera fireksiyonên parlemanî de, diyare
ku dengdana baweriyê ji bo hikûmeta nû ya Îraqê vê hefteyê pêk were.
Ji aliyê xwe ve, Parlamenter Ramyar Heyder ji fireksiyona YNK
ji PUKMEDIA re got ku piraniya postên hikûmetê hatine destnîşankirin, û Kurd dê
çar wezaretan werbigirin, dibe ku Wezareta Derve, Jîngeh an Perwerdehiya
Bilind, Dad û Nûavakirin û Xanî be.
Amaje bi wê jî kir ku postên cîgirê serokwezîr dê ji hêla
Kurd û Sunnî ve werin girtin, lê postên cîgirê serokomar dê ji hêla Sunî û Şîeyan
ve werin girtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

