Fransa alîkariya hêlên asmanî yên ziyandîtî dike
Cîhan 11:38 AM - 2026-05-08
Ajans
Firokexane
Wezîrê Veguhastina Fransayê radigihîne: Hikûmeta Fransayê
alîkariya darayî ya wan hêlên asmanî dike ku ji ber krîzên niha ziyan dîtine,
hevdem daxwaza betalkirina sêqatkirina baca bilêtên geştkirdinê tê kirin.
Philippe Tabarot, Wezîrê Veguhastina Fransayê, di
daxuyaniyekê de ragihand: Ji ber krîza nirxê sotemeniyê ku gihîştiye asteke pêwaneyî,
hêlên asmanî rastî şokeke giran hatine, lewma hikûmeta me dê alîkariya darayî
bide wan hêlên ku ziyan dîtine.
Ji aliyê din ve, Thomas Juin, Serokê Yekîtiya Balafirgehên
Fransa û Frankofonê, nîgeraniya xwe anî ziman ku sektora veguhastina asmanî
rastî encamên krîza enerjiyê tê, herwiha daxwaza betalkirina biryara
sêqatkirina baca bilêtên balafirê kir.
Di civînekê de ku roja çarşemê ligel hikûmeta Fransayê
birêve çû, aliyên peywendîdar di sektora balafirvaniyê de daxwaza
"betalkirina sêqatkirina zêdekirina baca bilêtên geştê" kirin, lê
hikûmetê di wê baweriyêp de ye ku niha ne demek guncaw e ji bo vê daxwazê.
Ev di demekê de ye, piştî êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya ser
Îranê û piştre bersiva Îranê ya ji bo êrîşkirina ser welatên Kendavê û herêmê,
herwiha girtina Tengava Hurmizê, nirxê sotemeniyê li seranserê cîhanê bi
awayekî berçav bilind bû. Ev yek bû sedema betalkirina bi hezaran geştên asmanî
û pûcbûna hejmarek ji hêlên balafirvaniyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

