Li gorî rêkeftineke nû 300 girtiyên Kurd dê bên berdan

Kurdistan 09:33 PM - 2026-05-05
Civîna parêzgarê Hesekê digel şandeke Hikûmeta Sûriyê Medya

Civîna parêzgarê Hesekê digel şandeke Hikûmeta Sûriyê

Rojavayê Kurdistanê

Nûredîn Ehmed bi nûnerê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re civiya û derbarê cî bi cîkirina peymana 29ê Kanûna Duyem û berdana girtiyan gotûbêj kirin, û tê çavrêkirin ku di demek nêzîk de 300 girtiyên din jî werin berdan.

Îro Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi amadebûna aliyên peywendîdar dige Nûnerê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ziyad Ayêş civiya û li ser cî bi cîkirina peymana 29ê Kanûna Duyemû gotûbêj kirin.

Di civînê de doza girtiyan, sîstema dadwerî, vegera koçberan û çend pirsên din hatin gotûbêj kirin.
Her du aliayn li hev kirin ku Koşka Dadê, li gorî mekanîzmayeke taybet, di rojên pêş de ji nû ve were vekirin û di demek nêzîk de kar ji bo berdana zêdetirî 300 girtiyan bikin.

Di dawiya civînê de, tekezî li ser temamkirin û bicîhanîna pêngavên pêvajoya tevlîbûna saziyên Rêveriya Xwser di nav Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de hate kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket