Parlamenterekî YNKê:Hefteya deng bi kabîneya Zeydî tê dayîn

Kurdistan 10:43 AM - 2026-05-05
Rûniştina Civata Nûneran Fermangeha Ragihandina Civata Nûneran

Rûniştina Civata Nûneran

Fraksyona YNKê li Civata Nûneran ya Îraqê

Serokwezîrê destnîşankirî piraniya rojeva hikûmeta xwe amade kiriye û tê çavrê kirin ku di dawiya vê hefteyê de pêşkêşî Civata Nûneran bike û parlementerekî YNKê jî aşkere kir ku, Civata Nûneran dê hefteya bê li ser kabîneyê deng bide.

Ramyar Heyder, endamê Civata Nûneran ya Îraqê ji fraksiyona YNKê, ji PUKMEDIA re ragihand ku,rojeva hikûmetê dê dawiya vê hefteyê bigihîje Civata Nûneran, ku ji hêla Elî Zeydî ve hatiye amadekirin, ku ji bo avakirina hikûmetê hatiye erkdarkirin, û piştre dê pêşkêşî parlamenteran were kirin.

Her weha aşkere kir ku, piraniya post hatine destnîşankirin, Kurd jî dê çar wezaretan bistînin, ku tê çaverêkirin ku ew wezaretên derve bin, Jîngeh ya Xendina Bilind,Dad, Rê û ban dê ji bo Kurd be,di demea niha de,Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ku du hêzên sereke yên li Kurdistanê ne, niha li Bexdayê ji bo çareserkirina postan di danûstandinan de ne.

Derbarê cîgirên Serok Wezîran jî, Heyder got: Cîgirên serokwezîr dê ji bo Kurd û Sunne dibin, her weha cîgirê serokkomar jî dê ji bo Sunnî û Şîeyan bin.

Di heman demê de, Mihemed Şemerî, endamekî Civata Nûneran ya Îraqê, ji rojnameya Sebah re ragihand ku,ji sedî 60ê postên wezîran hatine destnîşankirin, ev tê vê wateyê ku ji sedî 40ê postan hîna jî di bin gotûbêjan de ne.

Her weha amaje bi wê yekê kir ku, nakokiyên li ser çareserkirina postên wezîran ne kûr in û xwestekek xurt heye ku ev nakokî werin derbaskirin.

Derbarê postên ku hîn nehatine destnîşankirin de, Mihemed Şemerî eşkere kir:

Postên cîgirê serokwezîr û serokkomar hîn nehatine destnîşankirin,heya niha postên cîgirê serokwezîr û serokkomar ne hatine diyarkirin.

Derbarê awayê pêkanîna hikûmetê jî , parlementerê Îraqî ragihand ku,hikûmet dê li ser bingeha lihevkirina siyasî were pêkanîn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket