Wezareta Plansaziyê zîreka destkird dike bingeha daraştina plansaziya neteweyî
Îraq 05:47 PM - 2026-05-04
PUKMEDIA
Teknolojiya AI
Wezareta Plansaziya Îraqê destpêkirina bernameyeke perwerdeyê ji bo karmendên
wezaretê ragihand, da ku bikaribin teknolojiya zîreka çêkirî (AI) bi kar bînin.
Wezaretê amaje bi wê yekê kir ku ev gav nexşerêyeke nû ye bo guhertin û
pêşxistina karên wan.
Ebdulzehra El-Hindawî, Berdevkê Wezareta Plansaziya Îraqê,
îro Duşemê 4ê Gulana 2026an ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re ragihand: Wezareta wan
kar dike ku zîrekê destkird ji amûreke teknolojîk veguherîne stûneke bingehîn a
karê plansaziyê, bi armanca misogerkirina biryar û plansaziyên hûrtir.
El-Hindawî amaje bi wê yekê jî kir ku Wezareta Plansaziyê
komek rêkar û siyaset girtine ber, ji wan jî: Encamdana civînên teknîkî ligel
nûnerên kompanyayên pispor ji bo amadekirin û destpêkirina bernameyên
perwerdeyê yên taybet, da ku karmend bikaribin teknolojiya AI di karên hikûmetê
de bi giştî bi kar bînin.
Her wiha zelal kir ku gava piştî vê, karkirine li ser
bikaranîna AI di analîzkirina daneyan û biryardanê de.
Hevdem wezaretê giranî
daye ser bikaranîna teknolojiyên AI ji bo proseya daxistina wan daneyên
niştimanî yên berfireh ku di serjimêriya sala 2024an de hatine tomarkirin, û
veguherandina wan bo nîşanderên hûr ku alîkar bin di amadekirina plansaziyên
geşepêdanê û destnîşankirina pêşengiyên veberhênanê, paşê piştgirîkirina
biryardanê bi encamên hûr ku ligelrola Wezareta Plansaziyê de bigonjin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

