Amerîka projeya azadiyê li HormIzê radigihîne û Îran jî gefan dixwe
Cîhan 11:48 AM - 2026-05-04
en.portnews.ru
Wêneyên keşt û firoke
Ji ber şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, hatûçûna keştiyan di Tengava
Hormizê de rawestiya. Heya niha rewşa Tengava Hormizê asayî nebûye û di niha de
Amerîka bi armanca parastina azadiya hatûçûnê û silametiya keştiyên bazirganî
di Tengavê de projeyek ragihandiye, hemwext Îranê jî ragihandiye ku her
hatûçûneke aram divê bi hevahengiya hêzên wan be.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand: Ji îro
ve hêzên wan dest bi cîbicîkirina "Projeya Azadiyê" dikin. Armanc ji
vê projeyê parastina azadiya hatûçûnê û silametiya keştiyên bazirganî ye di tevgavê
de ye. Di heman demê de, Elî Ebdullahî fermandarê bilind ê Baregeha Navendî ya
Xatemul-Enbiya ragihand: Me berdewam ragihandiye ku ewlehiya Tengava Hormizê di
bin kontrola hêzên Komara Îslamî ya Îranê de ye û di her rewşekê de, her
hatûçûneke aram divê bi hevahengiya hêzên wan be.
Ev erk bi fermana Serokê Amerîkayê hatiye rêkxistin û armanc
jê parastina keştiyên bazirganî ye. Ev tengav xwedî pêgeheke stratejîk e û
Kendava Farisê bi Kendava Omanê ve girê dide.
Admîral Brad Cooper, Fermandarê CENTCOMê, ragihand:
Piştgirîkirina wan ji bo vê erkê, ji bo ewlehiya herêmî ya navçeyê û aboriya
cîhanî gelekî pêwîst e.
Hefteya borî, Wezareta Derve ya Amerîkayê pêngaveke nû
ragihand: Bi hevkariya Wezareta Cengê (Pentagon), ji bo bihêzkirina hevahengî û
parvekirina zanyariyan di navbera hevpeymanên navdewletî de ji bo piştgiriya
ewlehiya deryayî di tengavê de.
Piştgiriya serbazî ya Amerîkayê ji bo "Projeya
Azadiyê" pêk tê ji anîna çendîn moşekên zîrek, zêdetirî sed balafir,
amûrên meydanî û dronan, û panzdeh hezar serbazan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

