Bihayê petrolê bi pêşbîniya pêşketinên li Rojhilata Navîn dadikeve

Cîhan 10:36 AM - 2026-05-04
petrol PUKMEDIA

petrol

Aborî

Bihayên petrolê îro Duşem 4ê Gulana 2026an de, nêzîkî 1% daketin û li gel çavdêrîkirina geşedanên li Rojhilata Navîn, zerar û windahiyên xwe yên ji bo rûniştina sêyem li pey hev berdewam kirin.

Di demjimêr 05:55an de bi dema GMT, buhayê peymanên pêşerojê yên xama Brênt bi rêjeya 0.85% daket û gihîşt 107.25 dolaran ji bo her bermîlekê, di heman demê de, buhayê peymanên pêşerojê yên xama Teksas ya Amerîkî bi rêjeya 1.02% daket û gihîşt 100.90 dolaran ji bo her bermîlekê. Di gel girtina tengava Hormizê de, herdu xaman di hefteya borî de 2.7% û 8% qezan kirin.
Ev daketin piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Dewletên Yekbûyî dê ji bo alîkariya keştiyên asêmayî yên di Tengava Hormizê de bixebite, lê gihîştina nepeymana aştiyê di navbera Amerîka û Îranê de hişt ku bazar li ser asta 100 dolarî de bimîne.

Priyanka Sachdeva, analîstê Philip Nova got: Heta ku çareseriyek zelal û domdar neyê dîtin ku herikîna normal a di Tengava Hormizê re vegerîne, divê ku bihayên petrolê bilind bimînin, di gel berdewambûna metirsiyên ber bi bilindbûnê ve.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket