Serokkomar tekez li ser parastina samana giştî û tekoşîna li dijî gendeliyê dike

Îraq 03:54 PM - 2026-05-03
Nîzar Amêdî, Serokkomarê Iraqê Fermangeha Ragihandina Serokkomar

Nîzar Amêdî, Serokkomarê Iraqê

Îraq Serokkomarê Îraqî

Îro, Yekşem rêkefta (03-05-2026) an Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî li Koşka Selam li Bexdayê pêşwazî li şandeyeke Sendîkaya Dermansazan û serokê Desteya Destpakî ya Federal ya Îraqê û parlementer Husên enkuşî kir û  Serokkomar tekezî li ser girîngiya xurtkirina hewildanên ji bo parastina samanên giştî, têkoşîna li dijî gendeliyê û xurtkirina şefafiyetê di saziyên dewletê de kir.

Serokkomar pêşwazî li şandeyek Sendîkaya Dermansazan kir

Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî li Koşka Selam li Bexdayê pêşwazî li şandeyeke Sendîkaya Dermansazan di bin serokatiya Dr. Heyder Fuad El Sayg, Serokê Sendîkayê kir, şandeyê ji ber hilbijartina wî wekî serok pîrozbahî lê kir û di bicihanîna erkên wî de serkeftin xwest.

Di civînê de, rewşa heyî ya di kerta tenduristiyê de û çawaniya baştirkirina xizmetguzariyên kerta sendîkaya dermansazan li welêt hate gotûbêj kirin,û serokkomar girîngiya piştgiriya jêhatîbûn û şarezayîyên dermansazî û pêşxistina jîngeha karên wan ji bo baştirkirina asta lênêrîna tenduristiyê ya welatiyan destnîşan kir,her wiha tekez li ser piştgirîkirina saziyên tenduristî û pîşeyî û xurtkirina rola wan di xizmetkirina civakê de kir.

Serokkomar pêşwazî li Serokê Desteya Destpakiya Federal kir

Her îro, Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî li Koşka Selam li Bexdayê pêşwazî li serokê Desteya Destpakî ya Federal, Dr. Mihemed Elî Lamî kir.

Serokkomar tekezî li ser girîngiya xurtkirina hewildanên ji bo parastina samanên giştî, têkoşîna li dijî gendeliyê û xurtkirina şefafiyetê di saziyên dewletê de kir,her weha rêgirtin li îsrafa darayî û pêşxistina sîstemên çavdêriya darayî û îdarî, û beşdarîkirin di vegerandina pareyên giştî yên qaçax de bi hemahengiya digel aliyên peywendîdar.

Serokkomar pêşwazî li Parlamenter Husên Enkuşî kir

Di vê navberê de, Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî li Koşka Selam li Bexdayê pêşwazî li parlementer Husên Enkûşî endamê parlemana parêzgeha Dîwaniye kir,ku pîrozbahî li Birêz kir ji bo destbikarbûna wî wekî Serokkomar û Serok spasiya xwe ji bo pîrozbahî û serdana wî anî ziman.

Di dema civînê de, Serokkomar tekezî li ser girîngiya yekrêzî û hewldanên hevbeş ji bo pêşxistina welat û baştirkirina xizmetguzarî û rewşa jiyana welatiyan li hemû parêzgehan kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket