Mihemed Hewramî:Çekên Amerîkî li embara Wezareta Navxwe li Hewlêrê têne hilanîn

Kurdistan 02:03 PM - 2026-05-02
Logoya Wezareta Navxwe PUKMEDIA

Logoya Wezareta Navxwe

Lêkolîner Mihemed Hewramî eşkere dike ku çekên Amerîkî yên ku Donald Trump çend caran behs kiriye,ew ne li cem Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne, lê li cem Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û li embarekê li Hewlêrê ne.

Lêkolîner Mihemed Hewramî di hevpeyvîneke televîzyonê de bi Channel re rexne li Wezareta Karên Navxwe û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  jî girt ku pêwîste bo daxuyaniyek fermî li ser axaftinên Donald Trump  hebûya ku digot:Kurdan çek ji bo xwe birine, ravekirinek fermî ji wan re hebûya.

Li gorî Hewramî Wezareta Navxwe diviyabû ji ber rûmet û helwesta Kurd ew mijar zelal kiriba,ku Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi van çekan nîne, nemaze ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di destpêka nakokiya Amerîka-Îranê de bê alîbûna xwe ragihandibû.

Derbarê rojnamevanê ku di pirsekê de ji Donald Trump re bajarê Silêmanî bi hilgirtina çekan tawanbar kiribû, Hewramî got:Ew nûçegîhan di medyaya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kar dike û hewl da ku Silêmanî ne şîrîn bike.

Her weha daxwaz ji dezgeha medyayê kir ku nûçegîhanê xwe siza bike ji ber ku ev mijar bi ewlehiya neteweyî ve girêdayî ye, ne bi pirsgirêkên navbera bajaran ve girêdayî ye û amaje bi wê yekê kir ku nifûsa Silêmaniyê 2 milyon e, û heta dengdêrên PDKê têde hene.

Hewramî got:Hikûmeta Amerîka dizane çekên wê li ku ne û ew dizanin ku ew li Hewlêrê ne û radestî Wezareta Navxweyî hatine kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket