Trump û Zeydî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Îraq û Amerîkayê de axivîn

Îraq 10:51 PM - 2026-04-30
Donald Trump û Elî Zeydî PUKMEDIA

Donald Trump û Elî Zeydî

Îraq Amerîka

Serokwezîr Elî Feleh el-Zeeydî roja Pêncşemê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump pêwendiyek telefonî wergirt
Nivîsgeha medyayê ya Serokwezîr di daxuyaniyekê de got ku Serokê Amerîkayê pîrozbahî li el-Zeydî kir ji ber destnîşankirina wî ya fermî ji bo avakirina hikûmeta nû û vexwendinek fermî pêşkêşî wî kir ku piştî avakirina hikûmetê serdana Washingtonê bike.

Di daxuyaniyê amaje bi wê hat kirin ku di telefonê de nirxandinek li ser têkiliyên stratejîk ên dualî yên di navbera Îraq û yên Amerîkayê de û rêbazên pêşxistin û xurtkirina wan di warên cûda de hebû. Her du aliyan jî pabendbûna xwe ya ji bo xebata hevbeş û hevkariya dualî ji bo xurtkirina aramiya li navçeyê piştrast kirin.

Serokwezîr Elî Feleh el-Zeydî roja Pêncşemê ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack pêwendiyek telefonî wergirt, ku pîrozbahî li el-Zeydî kir ji ber destnîşankirina wî ya fermî ji bo avakirina hikûmeta nû.

Di pêwendiyê de wan li ser rêbazên xurtkirina têkiliyên di navbera Îraq û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de û zêdekirina hevkariyê di gelek waran de ji bo xurtkirina hevkariya stratejîk a di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket