Qubad Talebanî: Armanca Hikûmetê geşepêdana qeza û taxane

Kurdistan 12:01 PM - 2026-04-29
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Zanîngeha Raperîn û Saziya Vision bi çavdêrî û serperştiya Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dîdareke zanistî li ser geşepêdana aborî ya rêveberiya Raperînê li darxist, ku tê de Qubad Talebanî ragihand: Armanca me geşepêdana qeza û taxên Herêma Kurdistanê ye.

Qubad Talebanî, bi rêya onlayn beşdarî "Dîdara Derfetên Geşepêdana Aborî ya rêveberiya Raperîn" bû û ragihand: Plana niha ya hikûmetê tenê avakirina bajarên mezin nîne, belkî armanca me geşepêdana qeza û nahiyeyên Herêma Kurdistanê ye.

Her wiha tekez kir ku divê hikûmet ji niha û pê de li şûna hûrkirina hewlên xwe li bajarên mezin, kar ji bo pêşxistina hemû deverên cuda yên herêmê bike.
Amaje bi wê yekê jî da ku: Dîdar derfetên geşepêdana aborî ya rêveberiya Raperîn" ya Saziya Vision ji bo Lêkolînên Stratejîk, beşeke girîng a wê planê ye ku ji bo geşepêdana deverên cuda yên Herêma Kurdistanê heye.

Ev dîdar tenê rojekê berdewam dike û çendîn kesayetên pispor û xwedî ezmûn tê de beşdar in, ku armanc jê geşepêdana aborî ya rêveberiya Raperînê ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket