Îraq xwe nuh dike
Îraq 05:31 PM - 2026-04-28
PUKMEDIA
Serokê Cuvata Nûneran, Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê
Piştî 23 salan ji rizgarkirina Îraqê ji aliyê Amerîka ve, Îraq di
serdemeke nûjenkirin û vejînê re derbas dibe,tê çavrêkirin ku çar salên bê ji
bo Îraqê çar salên xizmet û çareserkirina pirsgirêkan bin, ji ber ku
di çar salên bê de, piraniya postên siyasî li Îraqê dê ji hêla ciwanan ve werin
girtin, ku ev yek di nav Îraqiyan de gelek hêvî çêkiriye.
Guhertina desthilatdariyê bûye kevneşopiyek
Îraq piştî proseya azadî û guhertina çar berpirsên sereke yên desthelata
wî welatî, di 22 salan de şeş serokkomar û heşt serokwezîr bi dest xistine, ji
welatên herêmê pêşdeçûneke baş bi dest xistiye.
Kesê herî ciwan ji bo pêkanîna hikûmetê hat destnîşankirin
Şeva borî, piştî gotûbêjkirina çend navan, Çarçoveya Hemahengiyê wekî
fraksiyona herî mezin ya li parlemana Îraqê, (Elî Zeydî) namzed kir,ku ev kesê
40 salî ji bo pêkanîna hikûmeta pêşerojê hatiye erkdarkirin, ev biryar
piştî ku rêberên Çarçoveya Hemahengiyê gihîştin wê encamê ku Zeyd mercên pêwîst
bicîh tîne û dikare pêdiviyên vê qonaxê bicîh bîne, hat dayîne.
Heşt kesan posta serokwezîriyê girtine ser xwe
Diyarîkirina Elî Zeydî, bêyî ku xwedî fraksiyonek mezin yan paşxaneya
siyasî be, me vedigerîne pêvajoya ku di sala 2003an de dest pê kir ku Îraq ji
sala 2004an vir ve, dema ku Îraqiyan piştî desthilatdariya sivîl desthilatdarî
girtin destê xwe, di pevguhertina postan de pêşeng e, heta niha heşt kesan
postê serokwezîriyê wergirtine, di nav wan de (Eyad El,hawî, Îbrahîm Caferî,
Nûrî Malikî, Heyder Ebadî, Adil Ebdulmehdî, Mustafa
Kazimî, Mihemed Şeyah Sûdanî) û di dawiyê de Elî Zeydî ji bo pêkanînan
hikûmeteke nû hatiye erkdarkirin, ku tenê Nûrî Malikî du xûlan xizmet kiriye.
Şeş kes bûn serokkomar
Piştî rizgarkirina Îraqê, şeş kesan posta serokatiyê girtine, di nav wan
de (Gazî Yawer, Serok Mam Celal, Dr. Fuad Masum, Dr. Berhem Salih, Dr. Letîf
Reşîd, Nîzar Amêdî).
Du kesayetî nekarîn hikûmetekê ava bikin
Di heman demê de, du kesayetên din ji bo pêkanîna hikûmetê hatin erkdarkirin,
lê nekarîn hikûmetê ava bikin, ango Mihemed Tewfîq Elawî di sala 2020an de, û Ednan
Zurfî di Nîsana heman salê de di avakirina hikûmetê de vekişiyan.
Heft kesan serokatiya Civata Nûneran girtine ser xwe
Derbarê posta serokê Civata Nûneran de, HeyHbet Halbusi kesê heftemîn e
ku vê postê werdigire, ku ev bûn (Mehmûd Meşhedanî, Eyad Samerayî, Usame El Nucêfî,
Selîm El-Cibûrî, Mihemed Helbûsî, Mehmûd Meşhedanî û herî dawî Heybet Helbûsî).
Îraq xwe nuh dike
Taybetmendiyeke din ya postên li Îraqê, bi taybetî di vê çerxê de, ew e
ku ciwan van postan digirin bi awayekî ku Serok Nîzar Amêdî di sala 1968an de
ji dayik bûye û 58 salî ye, Ew di asta herî bilind ya şiyana xwe ya fizîkî
û hizrî de ye.
Hevdem Heybet Halbusî, seroka niha ya Civata Nûneran, di sala 1980an de
ji dayik bûye û 46 salî ye.
Her weha Elî Zeydî, ku ji bo pêknîna hikûmeta nû hatiye erkdarkirin, di
sala 1986an de ji dayik bûye û 40 salî ye, ev yek jî hêviyê dide Îraqiyan ku
rêberên ciwan dikarin careke din refah û aramiyê vegerînin welêt.
Ev nîşana zindîtiya Îraqê ye
Çavdêrê siyasî Fayêq Yezîdî ji PUKMEDIA re ragihand ku : û
destnîşankirina ciwanan ji bo postên siyasî li Îraqê nîşanek zindî ya Îraqê ye,ji
ber ku li seranserê cîhanê ciwan guhertinên mezin dikin, tê çaverêkirin ku Îraq
di çar salên bê de gavên baş di ji nû ve avakirina aborî û jiyana xelkê û xizmetguzariyan
de bavêje.
Ragihand jî di çar salên bê ya Îraqê de, sê ji çar serokatiyên Îraqê wê
ji hêla ciwanên jêhatî, xwedî ezmûn û pispor ve werin birêvebirin ku ciwanên xwedî
şiyan û şarezan e, ev yek cudahiyê zêde dike ku Îraq di warê
demokrasiyê de li gorî welatên hevsê pêşketineke baş bi dest xistiye û ji wê
bêtir tê hêvîkirin.
Her çiqas Îraq xwedî hejmara herî zêde ya pêkhate, ol û mezheban be jî,
li gorî welatên din yên herêmê û heta Herêma Kurdistanê jî, herî zêde guhertin
di desthilatdariyê de çêbûne û ji bilî Nûrî Malikî, destûr ne hatiye dayîn ku
ti serokwezîr du xulên hilbijartinê bike, ev yek di warê xizmetguzarî û
mafên welatiyan de sûd ji gelê Îraqê re anî û welat ber bi demokrasiyeke
zêdetir ve bir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

